Dîmenên komkujiya li Dêrikê û êrîşên li ser Miştenûrê

Dewleta Tirk a dagirker doh bi şev û vê sibehê bi êrîşên hewayî bi dehan mirov qetil kir. Li Dêrikê di êrîşê de ku 2 caran li heman cihî hate xistin 9 ket hatin qetilkirin ku yek ji wan rojnamevan bû.

Li gundê Teqil Betil ê Dêrikê, êrîş li ser wesayiteke sivîl hate kirin. Di êrîşê de 2 sivîl şehîd bûn. Şêniyên herêmê bi hawara birîndaran ve çû, lê careke din bombe li heman qadê hate barandin.

Di êrîşa duyemîn de jî 7 sivîl şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn. Yek ji kesên jiyana xwe ji dest da nûçegihanê ANHA'yê Îsam Ebdullah bû.

Şêniyên herêmê ku piştî êrîşan çûn cihê bûyerê, diyar kirin ku di êrîşê de bombe li santrala elektrîkê hatiye barandin.

Komê daxuyaniyek da û diyar kirk u êrîş li cihekî nêzî nuqteya hêzên Emerîkî hatiye kirin, lê belê ev hêz bêdeng mane.

Di daxuyaniyê de ku li cihê komklujiyê hate dayin, hate rgaihandin ku dewleta Tirk bi çekên NATO'yê bombe li xelkê sivîl barandiye.

Ji dîmenên ku gihîştin ANF'ê diyar dibe ku avahiyek bi temamî hilweşiya ye û şopa xwînê li cihê bûyerê heye.

ÊRÎŞA LI SER MIŞTENÛRÊ

Dewleta Tirk sibeha Yekşemê saet di 09:30'î ya bi dema herêmî bombe li Girê Miştenûrê barand. Agahiyên li ser vê êrîşê jî bi dest ketin.