BI DÎMEN

Hîlala Zêrîn û TEV Çand: Em ê govenda azadiyê li her çar parçeyê Kurdistanê bigerînin

Hîlala Zêrîn û TEV Çand bertek nîşanî êrîşa li dijî kesên ku li ber stranên Kurdî govendê digerînin, dan û diyar kirin ku ew ê govenda azadiyê li her çar parçeyê Kurdistanê bigerînin.

Hîlala Zêrîn û TEV Çand têkildarî kesên li gel stranên Kurdî govend gerandine û hatine binçavkirin li pêşiya Qada Jina Azad daxuyanî dan û govenda azadiyê gerandin.

 Di daxuyaniyê de gotin ku ew ê govenda azadiyê li her çar parçeyê Kurdistanê mezin bikin. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Şano ya Çand û Hunera Baqî Xido Leyla Ehmed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîş di şexsê çand û kevneşopiya Kurdî de tê kirin û wiha hate gotin, “Em ê li her derê çanda xwe biparêzin û govenda xwe ya azadiyê bigerînin.”

Piştî ku daxuyaniyê li dora peykera jina azad govend hat gerandin.