ANALÎZ

Li her derê zilmê li Kurdan dikin

Di dîrokeke ku hebûna gelê Kurd jî tine tê hesibandin de, Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li dijî çand û zimanê gelê Kurd, dijminahiya xwe carek din nîşan da. Ev konsepta êrîşkar polîtîkayên li dijî gelê Kurd ên li Sûriyeyê û berxwedana gelê Kurd anî bîra me.

ZEXTÊN LI SER ÇANDA KURDÎ

Gelê Kurd di tevahiya dîrokê de rastî êrîşên sîstematîk ên li ser ziman, nasname û çanda xwe hatiye. Di her kêliya têkoşîna hebûnê ya Kurdan de ev êrîş şopên kûr çêkirine û bandor li kevneşopiya wan kiriye. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku bi sedan sal in ji aliyê desthilatdariyên cuda ve tên pêkanîn, mafên Kurdan ên bi ziman û çanda xwe bi awayekî azad bijîn, desteserkirin û qedexe kirin. Gelê Kurd ji dîrokê heta roja îro rastî gelek qedexeyên ziman, asîmlasyona çandî û êrîşên qirkirinê hatine. Li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê ji ber ku hin ciwan li ber stranên Kurdî govend gerandine û dirûşme berzkirine rastî êrîşan hatine û 9 ciwan hatin girtin. Ev êrîş piştî wê berfireh bû û li gelek bajaran serdegirtin çêbûn û ciwan hatin girtin. Dîmenên binçavkirin, girtin û êşkenceyê careke din pêkanînên li dijî gelê Kurd ên li Sûriyeyê dijîn, anî bîra me.

JI MAL Û WARÊN XWE HATIN DERXISTIN Û BÊ AX HATIN HIŞTIN

Di qanûna ku di sala 1952'an de li Sûriyeyê hatiye derxistin de, rêziknameyên girêdayî qadên çandiniyê tê de cih digirin. Her wiha di biryara bi hejmar 193’an de ev tişt hat gotin; “Heta ku pêşî biryar ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve neyê dayîn, wê ti mafê kirîn û firotina erdê li herêmên li ser sînor neyê dayîn an jî guhertin." Ev qanûn bi qanûna bi hejmara 75’an a sala 1964'an hat guhertin û li gorî vê qanûnê Hesekê bi temamî weke herêma sînor hat diyarkirin. Di kongreya 3’yemîn a Partiya Baas’ê de ya sala 1966’an bi xala pêncemîn, desteserkirina erdên Kurdan hate erêkirin û di xalê de ev tişt hate gotin; “Divê erdên bi dirêjahiya 350 km û bi kurahiya 10-15 km li ber sînorê Tirkiyeyê weke milkê dewletê bên destnîşankirin û ev erd li gorî pêkanîna ewlekariya dewletê bên bikaranîn." Di 24’ê Hezîrana 1966’an de gavên pêşîn ên pêkanîna Kemera Ereban ket dewrê. Rejîmê bi hezaran cotkarên Kurd bi hinceta ku herêm bûye herêma ewlekariyê ji herêmê derxist. Armanc ew bû ku dewlet dest deyne ser van erdan û li gorî dilê xwe sûdê ji wan werbigire. Rejîma Baas, ji bo pêşî li nerazîbûnên tevgerên siyasî yên Kurd ên li dijî kemera Ereban bigire, di 20 û 21’ê Tebaxa 1966’an de li herêma Cizîrê li dijî welatparêzên Kurd pêleke berfireh a binçavkirinê dabû destpêkirin. Rejîma Sûriyeyê di destpêka sala 1967'an de dema derbasî qonaxa duyemîn a pêkanîna kemera Ereban bû, êrîşên xwe li dijî Kurdên ku xaka xwe neterikandine, pêk anî. Rejîma Sûriyeyê ku gelek cotkar binçav kir, bi dehan mirovên nexwestin gundên xwe biterikînin jî qetil kir. Di 24'ê Hezîrana 1974'an de Partiya Baas biryara bi hejmar 521 derxist. Bi vê biryarê re qonaxa sêyemîn a projeya kemera Ereban destpê kir. Erebên Reqa û Tebqayê ku malên wan ji ber bendava Firatê di bin avê de man, ber bi herêma Cizîrê ve hatin şandin. Kurd jî ji cih û warên xwe hatin sirgûnkirin.

LI SER AXA XWE MÎNA BIYANÎ HATIN PÊNASEKIRIN

Herêma Cizîrê ku ji sedî 40 hilberîna genim û ji sedî 80 hilberîna pembo, garis ya Sûriyeyê pêk tîne û bi derketina petrolê re hîn bi qîmettir bû, weke berdewamiya siyaseta bicihkirina Ereban, di 5’ê Cotmeha 1962’yan de li Hesekê serjimariyek hat kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî piştî vê serjimariyê, bêhtirî 200 hezar Kurd weke biyanî hatin qeydkirin û dora 75 hezar Kurd jî bêqeyd hatin hiştin. Ji bo Kurdên ku weke hemwelatiyên Sûriyeyê nayên dîtin jî biryarên mîna, nikarin cihên xwe di nava saziya rejîmê de bigirin, avahî û erd bistînin û li zanîngehan bixwînin hatin rêzkirin. Ji ber vê yekê, piştgirî nedan aboriya herêmên Kurdan û veberanîn nehat kirin. Ev yek bû sedem ku li herêmê bêkarî zêde bibe û aborî qels bibe. Her wiha zextên li ser çand û nasnameya Kurd ji bo domandina xebatên çandî û ziman jî zehmetî çêkir. Axaftina bi zimanê Kurdî bi awayekî veşartî hat berdewam kirin. Hawireke ku ewlehiya jiyana gelê Kurd bixe xeteriyê hat avakirin.

NAVÊN BI KURDÎ QEDEXE KIRIN

Heta navên Kurdî li zarokên gelê Kurd ên ku, ziman, nasname û hebûna wan tine hat hesibandin kirin, hate qedexekirin. Zarokên ku li malê weke Kurdistan dihat bangkirin, li ser nasnameya wan weke Gulîstan dihat qeydkirin. Zarokên Kurd ên ku bi du navan hatin dinê, weke Kurdek jidayik bûn, lê bi Kurdî nejiyan. Zarok û gelê Kurd ên ku neçar man çand û edetên xwe bi awayekî veşartî bijîn, ji bo ziman, çand û nasnameya xwe bidin jiyîn, her firsendê veguherandin qadên serhildanê.

MÎNAKA SERÎRAKIRINÊ: SERHILDANA QAMIŞLO

Di 2’yê Tîrmeha 1979’an de hatina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo gelê herêmê bû mîladek. Gelê ku li ber tinebûnê bû, ji bo dîtina Abdullah Ocalan, berê xwe dan Şam, Heleb û Lubnanê û ji ramanên wî sûd wergirtin. Li ber sîstema ku bi salan e zextê li wan dikir rabûn û girîngiya ruhê serhildanê nas kirin. Yek ji siyaseta qirkirinê ku di sala 2004’an de li dijî gelê Kurd di bin navê lîstikê de pêk hat, gelê Kurd veguherand Serhildana Qamişloyê. Di 11’ê Adara 2004’an de, di navbera tîma futbolê ya Kurd a bi navê Cîhad û tîma Ereban a bi navê Fîtûwe ku ji Dêrazorê hatibûn dê lîstikek pêk bihata. Hin kes di lîstikê de ku ji aliyê hikûmeta Şamê ve bi taybetî hatibûn wezîfedarkirin, li dijî Kurdan dirûşmeyên provokatîf ên mîna “Bijî Sedam Hûseyîn”, “Bila bimirin pêşengên Kurdan” û Helepceya duyemîn wê bê serê we” berzkirin. Gelê Qamişloyê jî nerazîbûn nîşanî dirûşmeyan dan. Li ser vê yekê koma êrîşkar ku ji berê ve amadekarî kiribûn, bi kêr, kevir û çekan êrîşî gelê Qamişlo kirin. Polîs û leşkerên rejîma Baas’ê jî li şûna mûdaxeleyê êrîşkaran bike, êrîşî gelê Qamişlo kirin. Bi bihîstina bûyerê re gelê Qamişlo ber bi stadyûmê ve meşiyan. Lê belê vê carê jî bi fermana berpirsyarê Hesekê Selîm Kebûl polîsan girse gulebaran kir.  Li dijî vê êrîşê Kurdên li Şam û bajarên din ên Sûriyeyê bi taybetî li bajarên Rojavayê Kurdistanê dijîn, rabûn serhildanê. Di serhildana ku bi rojan dewam kir de mirovên jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û hatin girtin çêbûn. Piştî rojekê, di 13'ê Adarê de li Qamişloyê serhildaneke gelekî mezin pêk hat. Bi hezaran kes li ber Mizgefta Qasimlo hatin cem hev û ji bo veşartina şehîdên xwe dest bi meşê kirin. Gelê Amûdê û Tirbespiyê jî ji bo beşdarî vê serhildanê bibin berê xwe dan bajarê Qamişloyê. Ji ber ku hikûmeta Şamê rê li trafîkê girt, gelek kes bi peyatî xwe gihandin Qamişloyê. Li ber hêrsa gel, Baas’ê saziyên xwe vala kirin û neçar man ji herêmê birevin. Girseya ku nêzî 600 hezar kesî bû tevî astengî û êrîşan jî cenazeyan birin goristanê û veşartin. Ji dema ku rejîma Baas’ê dewleta Sûriyeyê xist bin kontrola xwe û pê ve cara ewil di 13'ê Adarê de serhildana Kurdan heta Şamê belav bû. Hêzên dewletê bi çek û komkujiyan bersiv dan xwepêşandêrên aştîxwaz û demokratîk.Li dijî êrîşên hêzên dewletê, gelê Kurd li Dirbêsiyê û Amûdê peykerên Hafiz Esed anîn xwarê û avahiyên hikûmetê yên li Kobanê dorpêç kirin.

RUHÊ BERXWEDANÊ DI 19’Ê TÎRMEHÊ DE BI ŞOREŞA ROJAVA RE XWE ÎSBAT KIR

Di sala 2011'an de dema ku aloziya Sûriyê destpê kir, gelê Kurd agirê şoreşê ya beriya 12 salan, di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Kobanê vêxist. Piştî vê gel li bajarên wekî Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Til Temir û Hesekê rêveberiya xwe îlan kir. Ev pêvajoya ku bi pêşengiya Kurdan dest pê kir, bi demê re bi tevdlîbûna gel û baweriyên din re bi rêveberiya xweser re tacîdar bû. Herî dawî di sala 2014'an de 21’ê Çileyê li Cizîrê, 27’ê Çileyê li Kobanê û 29’ê Çileyê jî li Efrînê Rêveberiya Xweser hatin îlankirin. Li Herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku gel, bawerî û mezheb jiyaneke hevbeş ava dikin, di Kanûna 2023’yan de hevpeymana civakî hate erêkirin û ev yek careke din nîşan da ku gel dikarin di nava yekîtî û hevgirtinê de bijîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku avakirina civakê di nava hawirdoreke şer de pêş ket û her roj pêşketineke nû pêk tîne, di bin banê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de weke 7 kantonan xwe bi rêxistin dike. Di pêvajoyeke ku rejîma Baas’ê yê ku li her deverê Sûriyeyê li dijî Kurdan zilm pêk dianî û niha pergala wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hildiweşe de, li Tirkiyeyê jî polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd ku her diçe dijwartir dibe. Hikûmeta Şamê li cihê ku nîqaşên hevdîtin û têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re li ser qirkirina Kurdan pêk bînin, divê berê xwe bide gelên ku li Sûriyeyê dijîn, bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyaloqan pêş bixe û ji bo naskirina hebûna gel gavan bavêje.