Li Minbicê bilançoya Tîrmehê: 13 dagirker hatin kuştin, 35 jî birîndar bûn

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ragihand ku di meha Tîrmehê de di encama êrîş û pevçûnên ligel dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de 13 dagirker hatine kuştin û 35 jî birîndar bûn. Her wiha hate diyar kirin ku di encama şer de 6 şervanên wan jî şehîd bûne.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya meha Tîrmehê ya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Minbicê û encamên bersivdayîna êrîşan eşkere kir.

Hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên xwe yên li dijî sivîl û milkên gundiyên kantona Minbicê didomînin û rojane êrîşî herêmê dikin.

Hate destnîşankirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê di êrîşên xwe yên li dijî sivîlan de rêbaza tirsandinê bi kar tînin da ku mal û gundên xwe biterikînin û di encamê de dagir bikin.

Her wiha berxwedan û çalakiyên bersivdayînê yên li hemberî êrîşan jî hate bibîr xistin û hate gotin berxwedana şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tevahî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk birine û derbên giran li wan xistin.

Bîlançoya meha Tîrmehê ya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundên Minbicê û çalakiyên bersivdayînê yên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi vî rengî ye:

- 862 gulyên obîs û hewanan û yên din hatin avêtin.

- Gund û hejmara topên hatin avêtin: Hoşeriyê 18 top, Catê 39 top, Derec 19, Toxar 53, Ewn Dadat 104 top, Mihsenlî 27, Cerad 44, Ereb Hesen 62, Um Cilûd 69, Um Edese 6, Zenqel 3, Eseliye 11, Bak Wêran 8, Werîde 5, Dendeniye 34, Seyada 204, Qert Wêran 20, Kawiklî 63, Girhiyok 35, Bû Xaz 28 û Cebla Hemara 13 top.

- Hejmara bomeyên ronahiyê yên li dijî nuqteyên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatine bikaranîn: 5

- Hejmara hewldanên dagirkirinê yên ji aliyê Meclîsa Leşkerî ve hatin têkbirin: 14. Di wan hewldanan de 4 caran şerên dijwar derketin.

- Hejmara dronên ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatine xistin: 2

- 6 sivîl (4 zarok û 2 jin) birîndar bûn.

- 13 çete hatin kuştin.

- 35 çete birîndar bûn.

-  6 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şehîd bûn.

- 9 caran bi balafirên bombebarkirî êrîşî gundên Mihsenlî, Cat û Toxarê kirin.

- Xisarên hêzên hikûmeta Şamê: Nuqteyeke leşkerî li rojavayê gundê Ewn Dadatê hate wêrankirin.

Her wiha zirarên mezin li mal û milkên sivîlan û zeviyên wan ên çandiniyê bûn.

Di Tîrmehê de gundên Hoşeriyê, Mehsenlî, Cat, Ewn Dadat, Eseliyê, Bak Wêran, Toxar, Derec, Ereb Hesen, Cerad, Um Cilûd, Um Edese, Zenqel, Werîde, Mehmûdiye, Kawiklî, Dendeniyê, Seyada, Qert Wêran, Girhiyok, Bû Xaz û Cebla Hemra bi obîs û hewanan hatin topbarankirin.  Dagirkeran ji baregehên xwe yên li gundên Şêx Nasir û Yaşlî êrîşî gundên navborî kir.

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tevahî hewldanên dagirkeran têk birin. Encamên çalakiyên bersivdayîna êrîşên artêşa dagirker û çeteyên wê wiha ne:

8’ê Tîrmehê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li eniyan bi hevkariya hêzên Cebhet El Ekrad hewldana çeteyên artêşa Tirk a dagirker a ketina nuqteya hêzên wan a li gundê Boxazê têk bir. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û yên din reviyan.

17 û 19’ê Tîrmehê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da bikevin gundê Cerad. Hewldan ji aliyê şervanan ve hat têkbirin.

17’ê Tîrmehê hêzên Komandos ên girêdayî meclîsê bi hevkariya Lîwa Siwar Idlib ên girêdayî Cebhet El Ekrad êrîşeke çeteyan a li ser nuqteyên wan têk bir. Êrîş ji baregeha Kirêdiyê ya artêşa dagirker û çeteyên wê dest pê kir. Di encama bersivdayînê de 4 çete hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn. Şervanên meclîsê di çalakiyê de çekên giran bi kar anîn.

22’yê Tîrmehê çeteyan hewl dan bikevin gundên Ereb Hesen û Cerad, Ewn Dadat û Toxara mezin. Şervanên meclîsê bersiva hewldanan da û têk birin.

22’yê Tîrmehê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 2 dronên artêşa Tirk a dagirker ku li ser gundê Toxarê yê li bakurê rojavayê kantona Minbicê difiriyan, xistin. Bi awayekî hemwext, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ewn Dadat bi obîsan bi dijwarî topbaran kir. Di encama topbaranê de nuqteya leşkerî ya hêzên hikûmeta Şamê ya li rojavayê gund bi temamî îmha bû.

26’ê Tîrmehê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da bikevin gundên Ereb Hesen, Cerad û Mehsenlî. Şervanên meclîsê bersiva çeteyan da û tevahî hewldanên wan têk birin. Di bersivdayînê de derbên giran li çeteyan da. 15 kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn."