Li Reqayê 400 şervan beşdarî Hêzên Erka Xweparastinê bûn

Li Reqayê 400 şervanên ku perwerdeya xwe temam kirin, beşdarî Hêzên Erka Xweparastinê bûn û dest bi wezîfeya xwe kirin.

Li Akademiya Hêzên Erka Xweparastinê dewreya 400 şervanan bi dawî bû.

Dewreyê 45 rojan dom kir. Ji bo 400 şervanan, Hêzên Erka Xweparastinê merasîmek lidar xist. Şervanên nû, fermandarên hêzê, Meclisa Leşkerî ya Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û malbatên şervanan di merasîmê de amade bûn.

Endamê Nivîsgeha Perwerdeyê ya Hêzên Erka Xweparastinê Hazim Idrîs di merasîmê de axivî û hewldanên şervanan silav kirin.

Hazim Idrîs destnîşan kir ku erka parastina herêmê, ya her kesî ye û teqezî bi girîngiya pêkanîna perspektîfên leşkerî kir.

Piştre şervanan toreneke leşkerî lidar xist û li pêşiya beşdaran sonda leşkerî xwar.