BI DÎMEN

Çeteyên dewleta Tirk daristanên Efrînê dişewitînin

Hate ragihandin, ku çeteyên dewleta Tirk van rojên dawî 230 hektar qadeke daristanî ya Efrînê şewitandine û rojane daran dibirin.

Çiyayên Efrîn a dagirkirî hefteyeke dişewitin. Qadeke ji 230 hektar a navbera gundên Elbîsek û Bilîlko, Adma, Meydan Akbis û Jela ku li derdora wê bi hezaran darên zeytûn, hejîr û tirî hene, yên il navçeya Racoyê, di 23, 24, 25'ê Tîrmehê de ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hate şewitandin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku koma çete ya dewleta Tirk a bi navê 'Hêza hevpar a Firqeya Sultan silêman Şah, Firqeya El Emşat û El Hemzat' li bejahiya gundên El Mezra, Marseka, Şawarxa, Meryemîn, Anab û Şaranê rojane bi 20 wesayitên pîkap darên li herêmê dibirin û dibin. Heman komên çete beriya 10 rojan nêzî 200 darên zeytûnê yên li başûrê gundê Qatmayê birîn.

Endamê rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Îbrahîm Şêxo li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku li Efrîn a dagirkirî daristan bi rêk û pêk têne şewitandin.

Îbrahîm Şêxo anî ziman ku 15 roj in her cihekî ji erdnîgariya Efrînê ji aliyê çeteyan ve têne şewitandin û diyar kir ku ev yek di bin ferman û çavdêriya îstîxbarata dewleta Tirk de tê kirin.

Îbrahîm Şêxo her wiha ragihand ku li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, li herêmê qadeke çêkirina komirê ji bo çeteyên Firqeya Hemzat û Firqeya Sultan Silêman Şah hatiye çêkirin.

Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê destnîşan kir ku ev kiryarên hêzên dewleta Tirk ji bo xalîkirina Efrînê ya ji mirovan tê kirin.