Li Efrînê di nava mehekî de herî kêm 4 kes hatin qetilkirin

Hat ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker di meha Tîrmehê de li herêma Efrînê herî kêm 4 kes qetil kirine û zêdeyî 40 kes jî revandine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrîn di bîlançoya binpêkirinê ya meha Tîrmehê de, ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê 4 welatî qetil kirine ku 2 ji wan jin bûn.

Li gorî bîlançoyê, 3 kes jî birîndar bûne û êşkence li 3 kesan hate kirin ku yek ji wan jin bû.

Her wiha herî kêm 40 kes jî hatine revandin ku 2 zarok jî di nav de bûn.

Rêxistinê diyar kir ku dagirkeran bi hincetên cuda xerac ji 2 kesan wergirtine û bi îdîaya dizîtiyê jî malek dan ber agir.

Talan, xesp û wêran jî di meha Tîrmehê de dewam kir. Di raporê de hat diyarkirin ku zêdeyî 1.900 dar hatin birîn û qada daristanê ya bi 572 hektarê şewitî.