Cenazeyê şervanê QSD’ê Fecir El Esaf li Hesekê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Fecir El Esaf yê di 26’ê Tîrmehê de li Dêrazorê şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dijwar a li Dawidiyê hat veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Fecir El Esaf yê di 26’ê Tîrmehê de li Dêrazorê şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dijwar a li Dawidiyê hat veşartin.
Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Fecir El Esaf yê di 26'ê Tîrmehê de li Dêrazorê şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê hat veşartin. Şêniyên bajarê Hesekê û gundên wê tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endamê meclîsê Mustefa Osman axivî û got: “Şehîd lehengên efsanewiyê ne û wan tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dagirkeriyê parastin.”
Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Hesekê Şoreş Hesekê jî axivî û got: “Heta rizgarkirina tevahî herêmên dagikirî em ê li ser şopa şehîdan têkoşînê geş bikin.”
Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê ya şehîd Fecir El Esaf xwend û radestî malbata wî kir.
Şehîd Fecir bi tilîliyên dayikan li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê hat veşartin.