Cenazeyê şervanê QSD’ê li Hesekê hat veşartin

Cenazeyê şehîd Raîd Hesekê ê 31’ê Tîrmehê li Til Temirê şehîd bû, li Hesekê hat veşartin.

Şervanê QSD’ê Raîd Hesekê (Ebdulmecîd El Elwan) 31’ê Tîrmehê dema li ser erka xwe bû li bajarê Til Temirê şehîd bû.

Bi dehan şêniyên bajar û gundewarê Hesekê cenazeyê şehîd Raîd Hesekê bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê veşart.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rewan Şêxo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan heta avakirina Sûriyeke federal a demokratîk da.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Şoreş Hesekê anî ziman ku şehîd El Elwan bi lehengî û cesaret beşdarî pêngavên parastina herêmê ji êrîşan bûbû û roleke mezin di têkbirina hewldanên derxistina fitneyan li Dêrazorê de list.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulçîn Ehmê wesîqeya şehadetê ya şehîd Raîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd Raîd bi tilîliyên dayikan û dirûşman hat veşartin.