HRE'yê lê da: 9 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li Şêrawa, Bab û Ezazê li çeteyên dewleta Tirk dane û di encamê de 9 çete hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku li Şêrawa, Bab û Ezazê li çeteyên dewleta Tirk dane û di encamê de 9 çete hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li hember çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyên xwe didomîne.
Daxuyaniya HRE'yê ya têkildarî çalakiyan bi vî rengî ye:
"29’ê Tîrmehê li xeta Babê tîmeke me ketin nava çeperên dijmin. Li wê derê bi awayekî bibandor li dagirkeran xistin. Mevzî û çeper bi temamî hatin îmhakirin. Di vê çalakiyê de 5 çete hatin kuştin û 6 çete birîndar bûn.
30’ê Tîrmehê 2 çalakiyên sekvanî li xeta Ezazê li dar ketin. Di encama van çalakiyan de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin.
31’ê Tîrmehê li xeta Şêrewa di navbera gundê Kefer Nebo û Birc Heyder de hêzên me bi çalakiyeke taybet li kombûna dagirkeran xist. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.”