Rêveberiya Xweser: Komkujiya Şengalê weke qirkirin nas bikin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku Komkujiya Şengalê qirkirineke li dijî xelkê Êzidî hatî kirin e û bang kir ku civaka navneteweyî jî vê komkujiyê weke qirkirin nas bike.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 10’emîn a komkujiya 3’yê Tebaxê ya li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca bingehîn a komkujiyê li dijî civaka êzidî ya li Şengalê, tunekirina civakekê, qirkirina çand, şaristanî û pîroziyên wê ye û hate gotin: "Civaka êzidî di dirêjahiya dîroka xwe de rastî hemû cureyên zilm û zordestiyê hat û zêdetirî 74 ferman li dijî wê hatin kirin. Tevî mezinahiya vê trajediyê jî, lê civaka êzidî ya leheng ji bo rakirina tola zarokên xwe birînên xwe kewandin. Di demeke kurt de karî xwe bi rêxistin bike û ji bo rizgarkirina tevahî Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava kirin. Her wiha ji bo xwebirêvebirinê û birêxistinkirina kar û barên Şengalê meclisa sivîl a Şengalê ava kir.”

Di daxuyaniyê de komkujiya li Şengalê bi tundî hat şermezarkirin û hate gotin kiryarên dermirovî ku çeteyên DAÎŞ’ê pêk anîbûn, li dijî peyman û mafên mirovan in.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û tevahî rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku komkujiya çeteyên DAÎŞ’ê 3’yê Tebaxê (2014) li Şengalê pêk anî bû, wekî qirkirinê qebûl bikin.”