HAT'ê li Kampa Holê şaneyeke DAÎŞ'ê têk bir: 7 kes hatin binçavkirin
Hêzên Antî Terorê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (HAT) li Kampa Holê 7 çeteyên DAÎŞ'ê girtin.
Hêzên Antî Terorê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (HAT) li Kampa Holê 7 çeteyên DAÎŞ'ê girtin.
Li gorî daxuyaniya HAT'ê operasyon 31'ê Tîrmehê roja Çarşemê hate kirin.
Hate ragihandin ku hêzên HAT'ê avêtin ser maleke hucreyê ya li kampa Holê û di encamê de 7 çeteyên DAÎŞ'ê girtin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku DAÎŞ'iyên hatin girtin amadekarî dikirin ku li kampê çalakiyê bikin.