Hêzên Şamê careke din êrişî Dêrazorê kirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên wê yên bi navê Dîfa El Wetenî doh bi şev careke din êriş birin ser bejahiya rojhilat a Dêrazorê.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên wê yên bi navê Dîfa El Wetenî doh bi şev careke din êriş birin ser bejahiya rojhilat a Dêrazorê.
Di daxuyaniya QSD'ê de hate ragihandin ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên wê Dîfa El Wetenî şeva Çarşemê careke din êriş birin ser bejahiya rojhilat a Dêrazorê.
Di daxuyaniyê de hate gotin, agir bi strasyona avê ya li herêmê hatiye xistin û QSD'ê jî bersiv daye êrişan.
Hêzên hikumeta Şamê şeva Sêşem-Çarşemê, saet 02.00’an ji nuqteyên xwe yên li gundewarên Meyadîn, Bû Kemal, Şera êrişî bajarokê Zîba, Şihêl, Teyana, Derenc, Ebû Herdûb, Ebû Hemam, Letwa, Geranîc û Besîra yên rojhilatê kantona Dêrazorê kiribûn. Şervanên QSD'ê bersiva êrişan dan û êriş têk birin. Di encama êrişan de 2 sivîl şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn. Hêzên Şamê û çeteyên Dîfa El Wetenî du stasyonên avê jî şewitandin û ji xizmetê derxistin.