Eşîreta Igêdat: Em li kêleka QSD’ê ne, kesên li ser navê me diaxvin temsîla me nakin

Şêx û rûspiyên eşîra Igêdat gotin, “Em li kêleka QSD’ê ne, kesên li ser navê me diaxvin temsîla me nakin. Em ê li dijî her curê gefan axa xwe biparêzin.”

ÊRÎŞÊN LI SER DÊRAZORÊ

Şêx, rûspî û xelkê qebîleya Igêdat ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên Dîfa Wetenî û komên din ên girêdayî hêzên hikûmeta Şamê yên li ser gundewarên rojhilatê Dêrazorê di dîwana Şêx Raxib Ebdod El Cedan daxuyaniyek da. ,

Şêx Raxib El Cedan bi beşdariya bi dehan xelkê qebîle, şêx û rûspiyên wê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev peyam hatin dayîn:

"Em rûspî û şêxên qebîleya Igêdat û li ser navê xelkê eşîrên me, piştgiriya xwe ji QSDˊê re li dijî êrişên komên Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê yên li dijî herêmên me nîşan didin. Ew malên sivîlan dikin armanc. Bi wê re gelek xelkê herêmê qetil kirin, saziyên sivîl û xizmetguzarî talan kirin da ku herêmê bixin kontrola xwe.

Helwesta qebîleya me ya dîrokî her tim parastina mozaîka civakî li Sûriyeyê û parastina helwestên nîştimanî bû ku xwînrijandina Sûriyeyî di ola me de heram e. Li ser vê bingehê em ê nehêlin tu aliyekî hewl bide yekitiya nîştimanî têk bibe û em ê li hember wan bisekinin.

Helwestên qebîleya Igêdat di nêzîkbûna navbera tevahî aliyan de rûmetdar bû û di tevahî astan de piştgiriya bingehîn da yekitiya nîştimanî. Her kesên îdia dike nûnertiya xelkê Igêdat dike û li ser navê wê li dijî xelkê qebîleyê diaxive em wan ji van lîstokan hişyar dikin, ew temsîla me nakin.

Qebîleya Igêdat bi dehan şehîd di nava QSDˊê de dan, parastina xakê kir û li dijî tevahî êrîşan sekinî. Em ê di parastina herêmên xwe de li dijî tevahî gefan dewam bikin.

Divê tevahî xelkê Sûriyeyê rastiya wan aliyên ku hewl didin zêdetir xwîna Sûriyeyiyan birijînin nas bikin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û QSDˊê ji bo krîza Sûriyeyê bi rêya diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê çareserî pêşkêş kirin.

Ev êrîş li dijî tevahî hewldanên diyalogê û dîtina çareseriyekê ji krîzê re ye."