Xelkê Minbicê li dijî êrîşan meşiyan: Em ê axa xwe biparêzin

Şêniyên kantona Minbicê ku êrişên hêzên hikumeta Şamê yên li ser Dêrazorê şermezar kirin û gotin: “Em ê êrîşan bê bersiv nehêlin. Em ê di her şert û mercê de axa vî welatî biparêzin.”

Malbatên şehîdan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Kantona Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, şêx û rûspiyên eşîran û bi sedan şêniyên kantona Minbicê bi meşekê êrîşên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li ser gundewarên kantona Dêrazorê şermezar kirin.

Meşê ji Çerxerêya Cizîrê ya heta Çerxerêya Jinan dewam kir. Endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Qeys El Eclanî li wir axivî û got: "Wek şervan û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji destpêka rizgarkirinê ve heta niha em bi gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevgirtî ne. Em êrîşên li ser xaka ku bi xwîna şehîdên leheng hatiye avdan qebûl nakin. Eger êrîş li ser herêmeke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were kirin, em ê bersivê bidin. Em amade ne xaka vî welatî biparêzin."

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Nisrîn Mele êrîş û komkujiya li gundên Dehle û Cidêd Bagara şermezar kir, sersaxî da malbatên şehîdan û got: "Em ji we re dibêjin xwîna me yek e, zarokên me zarokên we ne."

Ji rûspiyên êla El Bûbena Xalid El Ecûz jî got: "Ji bo ku ji cîhanê re isbat bikin pêkhateyên Minbicê dagirekriyê û destwerdana hikumeta Şamê di kar û barên me de red dikin, em meşiya. Vaye êl û pêkhateyên herêmê ji bo ku li ser xwîna sûriyeyiyan bazar neyê kirin, derketin meşê."

El Ecûz wiha pê de çû: "Dirûşma me `aştiya navxweyî` ye. Lê ew êriş şêniyên me dikin. Bûyerên dawîn ji her kesî re isbat kir ku hikumeta Şamê şirîkê dewleta Tirk a dagirker e. Her du jî li ser xwîna gelê Sûriyeyê li hev kiriye."

Her wiha hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Minbicê Ehmed Xelîfe axivî û hewldanên dewleta Tirk a dagirker, çeteyên wê û hikumeta Şamê ji bo têkbirina ewlehiya herêmê bi saya fedakariyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê bi ser nakevin.

Di dawiyê de meşvanan dirûşm berz kirin ku teqezî bi yekitiya gelên herêmê kir.