Dewleta Tirk li Şerayê êriş bir ser dibistanekê

Dewleta Tirk li bajarokê Şera yê Kantona Efrîn-Şehbayê êriş bir ser dibistanekê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn.

Li bajarokê Şera yê Kantona Efrîn-Şehbayê dibistaneke li gundê Ecarê doh bi şev bû hedefa êrişan. Di encama êrişê de xisar li dibistanê bû.

Sibeha Pêncşemê jî saeta di 07:30'î de du caran êriş li gundê Hirbilê hate kirin û xisara madî bû.

Li kantonê gundên Bênê, Keştar, Şewarxe, Til Medîq, Til Cîcan, Semoqa û Bendava Şehbayê ji aliyê dagirkeran ve bi dehan caran bi obus û hawanan hatin bombekirin.