BI DÎMEN

‘Em ê bersivên tund bidin êrîşên li ser Dêrazorê’

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Hecînê Xebat Şîêttî û şervanê QSD’ê Cezrawî Dêrazor destnîşan kirin ku bi êrîşan gel tê hedefkirin û gotin ku ew ê bersivên tund bidin êrîşên ku aramî û yekîtiya gel xera dikin.

DAXUYANIYA DÊRAZORÊ

Hêzên Hikûmeta Rejîmê û çeteyên Dîfa El-Watanî, di 7’ê Tebaxê saetên êvarê de êrîşê rojhilatê Dêrazorê kirin. Li nêzikî gundên Zîban, El Latwa û Ebû Hemamê di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazor û Hecînê û hikûmeta Şamê û çeteyên Dîfa El-Watanî de pevçûnên pir dijwar qewimîn. Di daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Ragihandina Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) ve hatiye dayîn de hat gotin ku 2 sîvîl şehîd bûne û 7 sîvîl jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniya QSD’ê di encama êrîşên ku di 9’ê Tebaxê de li gundên Cidêda Bagara û Dehle hatin kirin de 11 sîvîl şehîd bûne û 5 sîvîl jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniyên QSD’ê, di êrîşên li dijî Dêrazorê de 13 sîvîl şehîd bûne û 12 sîvîl jî birîndar bûne.

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Hecînê Xebat Şîêttî û şervanê QSD’ê Cezrawî Dêrazor di derbarê êrîşên hêzên Hikûmeta Şamê û Dîfa El-Wataniyê ya li ser Dêrazorê ji ajansa me re axivîn.

‘ÇETE HATIN TÊKBIRIN’

Xebat Şiêttî diyar kir ku hêzên Şamê û Dîfa El-Watanîyê ku girêdayî wî ne êrîşî rojhilatê Dêrazorê kirin û ev agahî dan: “Hêzên Hikûmatê Şamê û Dîfa EL-Watanî êrîşek berfireh li hemberî Şîêtat a girêdayî Hêcînê pêk anîn û baregehên me bombebaran kirin. Li gel vê xwestin ji bejahî ve jî bikevin herêmê. Lê bele hêzên Meclîsa Leşkerî ya Hêcînê êrîşê wan ên bejahî bi çekên giran têk birin. Li ser vê esasê xwe kişandin Bakurê Feratê.”

‘BERDÊL ÇI BE JÎ EM Ê EWLEKARIYA GELÊ XWE PÊK BÎNIN’

Xebat Şiêttî, dîyar kir ku tu fikara hêzên Şamê û çeteyên Dîfa El-Watanî wek welat û gel nîne û got, “Van hêzan welat û axên xwe firotin. QSD ji bo yekitiya axê ji dil û can şer dike, li hemberî êrîşan xwe dike sîper. Lewre yekemin armanca bingehîn a QSD’ê ewlekariya herêm û gel e. Kî li hember me bisekîne, wê bersiva me pir tund be. Berdêl çi be jî em ê axên xwe biparêxin, ji bo gelê me aram bijî têkoşîna xwe bidomînin û şer bikin.”

‘EV ÊRÎŞ EŞÎRAN TEMSÎL NAKE’

Xebat Şîettî bal kişand ku êrîşên çêdibin eleqeya xwe bi êşîran re tune ye û wiha berdewam kir: “Êrîşên hêzên Şamê û çeteyên Dîfa El-Watanî êşîran temsil nake. Bi taybet jî êşîrên ku li Dêrazor in, bertekên tund nîşanî van êrîşan dan û careke din dubare kirin ku li QSD’ê ne.”

‘EM JI HER CURE ÊRÎŞAN RE AMADE NE’

Xebat Şîêttî diyar kir ku ji Busayra, Tayanê, Şennan, Şîêtat û heta Xeranîçê êrîş hene û wiha dawî bi axaftina xwe anî: “Ev êrîş raste rast êrîşên ku gelê Dêrazor hedef dikin in. Dixwazin çavê gel bitirsînin. Di encamê êrîşan de bi dehan welatî hatin qetilkirin û birîndar kirin. Gelê me bi QSD’ê bawer e û dizanin ku bi QSD’ê serkeftinê bi dest bixin. Girêdanbûna gel a QSD’ê me bi hêz û rûmetir dike. Di vê çarçoveyê de ji bo em gel û axên xwe biparêzin li hember van êrîşan berxwe didin. Li gel vê em ê ji her cure êrîşan re amade bin.”

‘RASTE RAST GEL HAT HEDEF KIRIN’

Cezrawî Dêrazor ê ku êrîşên çeteyên Dîfa El-Watanî û ya rejîma Şamê de li navçeya Ebû Hemam amade bû jî got, “Hêzên Rejîme û çeteyên dîfa El-Watanî êrîşî navçeya Ebû hemem kirin. Me wek şervanên QSD’ê bersiv da van êrîşan. Di êrîşen ku çêbûn de raste rast gel, bi taybetî jî jin û zarok hatin hedef kirin. Armanca van êrîşan, yekitiya axa me xera kirin e, aramiya heyî ji holê rakirin e. Em soz didin gelê xwe em ê ji bo parastina wan her tim amade bin. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê li berxwe bidin û gelê xwe biparezin. Em bi tu awayî gav paş de navejin.”