Rûspiyên Igêdat: Em û QSDˊê hevgirtiyeke ku nayê parçekirin in
Rûspiyên eşîra Igêdat diyar kir ku ew li kêleka QSDˊê ne û got: " Hêza yekane ya ku berdêlên giran ji bo rizgarkirina me ji terorê dane, QSDˊê ye.”
Rûspiyên eşîra Igêdat diyar kir ku ew li kêleka QSDˊê ne û got: " Hêza yekane ya ku berdêlên giran ji bo rizgarkirina me ji terorê dane, QSDˊê ye.”
Gelek şêx û rûspiyên êla Igêdat li bajarokê Cidêdit Igêdat kom bûn û beşdarî daxuyaniya şermezarkirina êrÎşên Şamê bûn. Hevserokê Şaredariya Cidêdit Igêdat Ewad Remedan El Dirês daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Li ser navê me û navê tevahî xelkê êl û eşîran em êrîş û sûcên ku rejîma Sûriyeyê û qaşo Dîfa El Wetenî yê girêdayî wê li herêmên me yên Dêrazorê pêk tînin şermezar dikin. Wan malên welatiyên hedef girtin, welatî şehîd xistin û gelek welatî jî birîndar kirin.
Careke din kesên ji bo berjewendiyên aliyên derve li dijî eşîr û gelê me ajantiyê dikin, rûyên xwe eşkera kirin. Di bin navê hêzên eşîran de kiryarên xwe dikin, lê tu têkiliya wan bi eşîran re tune ye, tenê çete ne û ji bo belavkirina alozî û tevliheviyê û qetilkirinê tev digerin.
Rûspiyên eşîra Igêdat berê jî gotibû li kêleka QSDˊê ne û niha li ser helwesta xwe ne. Hêza yekane ya ku berdêlên giran ji bo rizgarkirina me ji terorê dane, QSDˊê ye. QSDˊê nîşaneya rûmetê ye ku em li ser singê xwe datînin û bi lehengiya wê serbilind in. Dema me herêmên xwe ji terorê rizgar kirin xwîna eşîr û pêkhateyan tevlihev bû, em li dijî tevahî gefan li ser helwesta xwe ne. Ji ber ku şervanên QSDˊê ji eşîr û xelkê me ne. Me soz daye gelê xwe ku berdêl çi dibe bila bibe em ê herêmên xwe ji êrîşan biparêzin.
Me ji rêxistina DAÎŞˊê ya terorîst gelek êş û azar kişandin. QSDˊê li Baxozê dawiya DAÎŞˊê di aliyê erdnîgarî de anî. Em nahêlin tu aliyekî me mecbûr bike gavê paş de biavêjin.
Em wan aliyên ku hewl didin yekitiya me ya nîştimanî û baweriya me bi QSDˊê têk bibin, hişyar dikin ku sebra me neceribînin. Em û QSDˊê yekîneyeke hevgirtî ku nayê parçekirin in, hêz û derfetên me hene ku li hember tevahî êrîşan bisekinin. Lê di heman demê de em dixwazin aştî û ewlehî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê misoger be.
Em spasiya helwesta rûspî û şêxên eşîrên xwe dikin ku bi maf û edalet bi QSDˊê re sekinîn û komploya aliyên dixwestin herêmên me parçe bikin têk birin.
Em bang li gelê xwe ji eşîr, ciwan û mezinan dikin ku nekevin xefka kesên hewl didin destkeftiyên şoreşa me têk bibin. Divê em ji van lîstokên aliyên dijber hişyar bin ku hewl didin qetilkirin û aloziyê li herêmên me belav bikin.
Em spasiya QSDˊê û fermandarên wê dikin ku bi zanabûn û exlaqekî bilind bi bûyerê re tevgeriya ku zirar bi sivîlan nebe û sivîl ji qada pevçûnan bi dûr xist. Her wiha QSDˊê mudaxeleyî bûyerê kir ku nevegere şerekî, tenê bersiva êrîşan da, xelk, mal û milkên wan ên giştî û taybet parastin."