Di komkujiya hikûmeta Şamê de 13 kes hatin qetilkirin
Hat ragihandin ku di derdora saet 02.30’an de komên girêdayî hikûmeta Şamê bi obusan êrîşî gundên Dêrazorê kirine û di encamê de zarok jî di nav de 13 kes hatine qetilkirin.
Hat ragihandin ku di derdora saet 02.30’an de komên girêdayî hikûmeta Şamê bi obusan êrîşî gundên Dêrazorê kirine û di encamê de zarok jî di nav de 13 kes hatine qetilkirin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê ya xwe spartî çavkaniyên QSD’ê, komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Şamê îro saet derdora 02.30’an de bi topên obusan êrîşî gundên El-Dehla, Cedîde Begara yên li rojhilatê Dêrazorê kirin.
Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşa li ser gundê Cedîde de 9 welatiyên ku zarok jî di nav de hene, ya li ser gundê El-Dehla de jî 4 welatî şehîd bûn. Her wiha gelek kes jî birîndar bûn.
Navên welatiyên ku li gundê El-Dehla şehîd bûne wiha ne:
Mariya Yasîn El-Zeer (12), Istebreq Yasîn El-Zeer (5), Nadîn Selîc El-Ibêd (22), bavê wan Yasir Yasîn El-Zeer (37).
Navên welatiyên birîndar bûne jî wiha ne:
Îlaf Yasir El-Zeer (sal û nîv) bi giranî birîndar bûye, birine nexweşxaneyên Hesekê. Rexed Mihemed El-Zeer (17) û keça apê wê Şam Beşar El-Zeer (4 meh) jî birîndarbûne û wan rakirine nexweşxaneya Cidêdid Begara