Êrîşên li Dêrazorê hatin şermezarkirin

Komkujiya komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Şamê ku li Dêrazorê pêk anîbû hat şermezarkirin.

ÊRÎŞA DÊRAZORÊ

Komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Şamê li gundên Dehla û Cedîdet Begara yên rojhilatê Dêrezorê komkujî pêk anîbûn û di encamê de zarok û jin di nav de 11 kes şehîd bûn û 5 kes jî birîndar bûn. Komkujiya komên çekdar ên Hikûmeta Şamê hat şermezarkirin.


HESEKÊ
Serokên eşîran û gelek kes bi pêşengiya Partiya El Weten El Sûriyeyê li Xaçerêya Sinalko ya Hesekê kom bûn û wêneyên kesên di êrîşan de şehîd bûne hilgirtin.
Di çalakiya bêdeng de pankartên "Xwîna zarokên me ji bo me pir bi qîmet e" û "Yên zarokên me qetil dikin rewabûna wan nîne" hilgirtin.

EŞÎRAN BANGA YEKÎTIYÊ KIRIN

Rûspiyên êlên Ereb û giregirên Til Hemîsê li ber avahiya Parlamenta bajêr hatin cem hev û komkujiya li Dêrazorê şermezar kirin.
Daxuyanî ji aliyê Meclîsa Eşîrên Tey Heyal El Xiweyîr ve hat xwendin û wiha hat gotin: "Armanca sereke ya hikumeta Şamê senaryoya DAIŞ’ê vegerîne, fitneyê di navbera eşîrên Ereb ên li rojhilatê Firatê de derxe û şer di navbera gelê Sûriyeyê de çêke."

Daxuyanî wiha berdewam kir: “Em ê mil bi mil li hemberî planên têkbirina ewlehiya herêmê bisekinin.” Di dawiyê de ev bang hat kirin: “Bi lîstok û fitneyên ku rêxistinên terorîst hewl didin derxin, nexapin.”

REQA
Serokên eşîran û bi sedan kes li Reqayê kom bûn, komkujiya komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê li Dêrezorê şermezar kirin û gotin, "Ev êrîş me ji xeta parastina projeya Rêveberiya Xweser dûr naxe. Divê berpirsên sûcên şer û sûcên dermirovî ji ceza nefilitin. Divê edalet ji bo qurbaniyên şer were pêkanîn."

Bi sedan welatî bi alên QSD’ê û wêneyên qurbaniyên komkujiyê ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a berê heta Qada Jinê meşiyan. Li vir bi navê şêniyên Reqayê rûspiyê eşîra Sebxa şêx Mihemed Tirkî Sewan axivî.  Sewan komkujiya li Dehayê şermezar kir û anî ziman ku hikumeta Şamê û çeteyên wê dixwazin  tevlihevî û fitneyê li herêmên ewle derxin.

Endama Koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Buşra El Mihemed jî êrîş û komkujiyên hikumeta Şamê yên li Dêrazorê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Ew ê têkoşîna aştiyane ya ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk a pirreng û navendî bidomînin.