Li Dêrazorê 2 şervanên QSD’ê şehîd bûn

QSD’ê ragihand ku di êrîşa li ser Dêrazorê de 2 şervanên wan şehîd bûn.

ÊRÎŞA LI DÊRAZORÊ

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyand ku şervanên wan Raman (Sair Esed El Muecel) û Seydo (Mihemed Hesen El Seîd) di bersivdana êrîşên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikûmeta Şamê li herêmên gundewarê rojhilatê Dêrazorê de şehîd bûn.

 Daxuyaniya QSD’ê bi vî rengî ye:

 “Di bersivdana êrîşên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikûmeta Şamê li herêmên gundewarê rojhilatê Dêrazorê de 2 şervanên me şehîd bûn. Şervanên me Raman (Sair Esed El Muecel) û Seydo (Mihemed Hesen El Seyid) heta gihaştin asta şehadetê berxwedaneke mezin raber kirin.

Şevan Raman di demeke zû de tev li hêzên me bû. Beşdarî gelek hemleyên li dijî rêxistina DAÎŞ’ê ya terorîst bû. Mînaka şervanê ku ji zehmet û êrîşên dijmin natirse bû. Heta şehadetê bi hevrê û hêzên xwe re wefadar bû.

Şehîd Seydo di nava refên hêzên me de xwedî têkoşîneke dirêj e. Di şer û parastina herêmên me li dijî tevahî êrîşan de xwedî cesaret û lehengiyeke mezin bû. Bi hevrêyên xwe re têkiliyên xwe baş bû.

Em sersaxiyê didin malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe, em soza xwe ya domandina rêça şehîdan û tolhildanê û parastina ewlehî û îstîqrara herêmên me nû dikin.

Agahiyên li ser nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Raman

Nav û paşnav: Sair Esed El Muecel

Navê dayikê: Emel

Navê bav: Esed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-Kîsra/2000

Cih û dîroka şehadetê: Zîban-07.08.2024ˊan

Nasnav: Seydo

Nav û paşnav: Mihemed Hesen El Seyid

Navê dayikê: Zehra

Navê bav: Hesen

Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê/2002

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-Zîban-07.08.2024ˊan."