Cenazeyê şervanê YBŞ’ê Demhat Ereb li Til Hemisê hat veşartin
Cenazeyê şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Demhat Ereb (Elî Xidir Tahir) ku 2’yê Tebaxê di encama qezayekê de şehîd bibû, bi merasîmekê li bajarê Til Hemîsê hat veşartin.
Cenazeyê şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Demhat Ereb (Elî Xidir Tahir) ku 2’yê Tebaxê di encama qezayekê de şehîd bibû, bi merasîmekê li bajarê Til Hemîsê hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YBŞ’ê Demhat Ereb ê 2’yê Tebaxê di encama qezayekê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Til Hemîsê hat veşartin.
Şêniyên bajar û gundên Til Hemîsê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rûspiyên eşîran tevlî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid El Nayîf axivî. Xalid El Nayîf destnîşan kir ku gel ji bo jiyana hevbeş û yekîtiya neteweyî bi hev re têdikoşin. Şehîd Demhat wekî ciwanekî Ereb di rêya pêşxistina yekitiya pêkhateyan de kedeke mezin da."
Ji fermandarên QSD’ê Omer Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Demhat re xwest û soza şopandina xeta şehîdan û pêkanîna armancên wan da.
Di merasîmê de endamê Saziya Olî ya Til Hemîsê Taha Hisên bal kişand ser xwişk û biratiya gelan û got: "Rêber Abdullah Ocalan banga xwişk û biratiya gelan, wekhevî û edaletê di navbera tevahî pêkhateyan de dike."
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Demhat Ereb hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd Demhat bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd" hat veşartin.