BI DÎMEN

Gelên kantona Cizîrê komplo şermezar kirin

Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Hesekê û Qamişlo yên kantona Cizîrê bi meş û mîtîngên girseyî hat şermezarkirin.

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.

Di çalakiyan de gelê Kurd, Ereb, Çerkes, Asûrî û Suryanî yên li Hesekê û Qamişlo dijîn daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Gelek kesên ji Til Birak, Şedadê, Hol, Til Temir, Zirgan, Dirbesiyê û Erîşa li qada Şehîd Arîn Mîrkan a Hesekê hatin cem hev.


Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb, nûnerên partiyên siyasî û endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û her wiha gaziyên şer jî beşdarî meşê bûn. Beşdaran bi berzkirina dirûşmeyan têkoşîna Rêberê Gelê Kurd silav kirin û komploya navneteweyî şermezar kirin.

Meş li Qada Xîto veguherî mîtîngê. Li wir endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif axivî û got: "Em komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, dagirkirina bajarên Serêkaniyê, Girê Spî şermezar dikin û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin."

Foza Yusif diyar kir ku armanca komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, doz û nasnameya Kurd, têkbirina ewlehiya Rojhilata Navîn û belavkirina fitneyê di navbera pêkhateyan de, şikandina vîna gelên azad û şoreşa jinan bû û wiha domand: "Komplo bi destê modernîteya kapîtalîst bû. Ev komplo li dijî hêviyên gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tev de bû. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn pêşkêş kir, dewletên komploger ên li dijî aştî, edalet û azadiyê bi komployekê ew dîl girt."

Foza Yusif berxwedana gelê herêmê ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan silav kir û wiha pêde çû: "Ji destpêka komployê ve, gel li qadan bû. Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê Kurd e, rêberê gelên bindest û mezlûm e."

Hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD’ê şaxê bajarê Holê Emmar Mûsa jî got gelên herêmê ramanên Rêber Abdullah Ocalan kirin bingeha têkoşîn û berxwedana xwe.

Mûsa bang li civata navneteweyî kir ku durûtiya xwe rawestîne, erkên xwe yên exlaqî û mirovî bi cih bîne û hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bipirse. Her wiha bang li gelên herêmê kir ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

QAMIŞLO

Welatiyên ji bajarên wekî Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Til Hemîs, Tirbespiyê û Amûdê û 25 bajarokên girêdayî van bajaran li Xaçerêya Osman Sebrî ya Qamişlo kom bûn.

Saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rêxistinên jinan, rêxistinên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, malbatên şehîdan û serokên eşîran jî beşdarî meşa bi dirûşma “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat lidarxistin.

Meş heta Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo berdewam kir. Piştî rêzgirtinê endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl û endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo axivîn.

Aldar Xelîl bal kişand ser komploya 26 salan û diyar kir: “Di sala 27’an de bi rêya komployê hebûna gelê me û rêberê me hedef digirin. Li Îmraliyê li dijî komplogeran berxwedaneke dîrokî tê meşandin û ji bo pûçkirina bandora vê komployê, li hemû qadên têkoşînê yên li Kurdistanê û derveyî wê têkoşînek heye, berxwedaneke dîrokî didome.”

Şîraz Hemo jî di destpêka axaftina xwe de berxwedana dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê yên di çeperên şer de li ber xwe didin, silav kir û wiha pê de çû: “Her qîrînek û her bihosteke vê axê berxwedana zarokên vî welatî ya dîrokî dibêje. Îro salvegera komployê ye, di vê rojê de hêzên hegemon biryara çêkirina sîstema Rojhilata Navîn a nû dan. Bi hincetên cuda dest bi girtin û çewisandina zanistê kirin, zanista ku dê Rojhilata Navîn bi pêş bixe û azad bike.”

Şîraz Hemo di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî hegemonyayê û wiha anî ziman: “Di dirêjahiya salan de her dem hewl dan hêza gelan bişikînin, jinan kole bihêlin lê tu carî nikarin bigihêjin serî. Çi qas dijmin hovîtiya xwe berdewam bikin jî ew ê nekarin hêza gelan, jiyana hevbeş û demokrasiyê têk bibin. Bê guman sîstema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka herî berbiçav e. Ev hevgirtina pêkhateyan e ku ji bo desthilatdariya wan xetere ye.”