BI DÎMEN

9'ê Cotmehê li Kantona Firatê bi civînekê hate şermezarkirin

Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li kantona Firatê bi civînekê hate şermezarkirin.

Civîna li ser komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, ji aliyê Înîsiyatîfa Gel a ji bo azadiya Abdullah Ocalan hate lidarxistin.

Berdevka înîsiyatîfê Eyşe Efendî destpêkê axivî, qala zilm û zordariya beriya rabûna tevgera azadiyê ya Kurd kir û got, "Piştî ku tevgerê destpê kir her tişt hate guhertin. Gelê Kurd ji nû ve bi ser xwe ve hat û xwe ji mirinê rizgar kir."

Hevserokê TEV-DEM'ê yê Kantona Firatê Enwer Mislim jî bi bîr xist ku di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de plana dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê kete meriyetê û got, "Komplo ji bo tinekirina gelê Kurd e. Divê em jî ji bo azadiya Rêber Apo her tim têbikoşin û neteweya demokratîk hîn xurt bikin. Gelê Kurd di sedsala 20'an de rastî gelek qirkirinê hat. Piştî hilweşandina împaratoriya Osmanî gelê Kurd her di nava qirkirinekê de bû. Li hemberî wê bi dehan şoreşên Kurdî rabûn û gelê Kurd li dijî wê qirkirinê serî hilda."

Endama Kongra Star a Kantona Firatê Xwînav Xelîl jî ragihand ku komplo di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelên azadîxwaz û demokratîk hate kirin.