BI DÎMEN

'2 hezar û 227 kes bi parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan pêş dikevin'

Hejmara komên xwendina paraznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yê PYD 131 kom in. Li 7 kantonan 2 Hezar û 227 kes parêznameyên Ocalan dixwînin.

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê fehm kirina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan stûna sereke ya pergala Rêverberiya Xweser a Demokratîk e.

Xwendina parêznameyan ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ev nêzî saleke bi armanca ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan di jiyanê pêk were li 7 kantonên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirin û heta roja îro berdewam e.

SOSYOLOJIYA AZADIYÊ BI GIRANÎ TÊ XWEDIN 

Komên xwendinê hejmara kesên tevlî dibin diguhere. Hejmara giştî komên ku Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD pê rabûye 131 kom in. Her komek ji wan ji 15/20 kesan pêk tê. Heya niha bi giştî 2 Hezar û 227 kes tevlî xwandina parêznameyan bûne û hîn jî tevlîbûn çêdibe. Ji ber wê jî her roj di hejmar de zêdebûn çêdibe. Her bajar û bajarokekê li gorî pêwîstiyan parêznameyekê dixwînin. Di nav parêznameyên, ‘Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk’, ‘Parastina Kurdên Di Nava Pencê Qirkirina Çandî De/Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk’ lê ya ku herî zêde li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tê xwendin parêznameya sêyem a ‘Sosyolojiya Azadiyê’ tê xwendin.

BI GELEK ŞÊWAZAN TÊ DAYÎN

Di heman demê de ji ber netewên cuda parêznameyan dixwînin, parêzname him bi zimanê Kûrdî him jî bi zimanê Erebî tê xwendin. Her wiha ev kom bi awayek hevpar agahiyan û fehm kirina xwe hevdu re vedibêjin. Hin kom bi xwedina parêznameyê re nîqaş dikin hin kom jî di hefteyê de du rojan parêznameyan dixwînin û roja sêyem mijarekê hildibjêrin û bi awayek goftûbêjiyê derbas dikin. 

WÊ PARÊZNAMEYÊN DIN JÎ WERIN XWENDIN

Yek ji kesê ku tevlî xwandina parêznameyan dibe, Rêveberê beşa Ragihandinê ya PYD Ebdulxenî Osê da zanîn ku armanca ji xwedina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan, guhertina fikrê baviksalarî ber bi damokratîkbûnê ve birin e û wiha dest bi axaftina  xwe kir: “Me ev kom ava kirin da ku xweseriya demokratîk bi awayek baştir were fêmkirin. Her wiha dema me dest bi xwendina parêznameyan kir li hemû cihan me da xwedin. Heta niha me giranî daye parêznameya sêyem a Sosyolojiya Azadiyê, ji ber ku pêwistiya me ya gelek pê heye. Dema me ev parêzname xelas bibe û li tevahî gelan were xwendin, wê parêznameyên din jî werin xwendin.”

’BI FIKRÊ RÊBER APO XWE BI RÊXISTIN DIKIN’

Ebdulxenî got ku divê ev parêzname baş werin fêm kirin, çawa Rêber Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de dibêje fikir, zikir û çalakî divê em jî bi piratîkî, di jiyan xwe de pêk bînin û wiha pêde çû: “Dema em parêznameyan dixwînin divê ne tenê teorîk lê were mêze kirin, divê em xwe li ser van parêznameyan bi rêve bibin.  Divê em wateyek pir mezin bidin parêznameyên Rêver APO, rastî jî ji bo me şanseke. Ji ber wê jî divê em xwedî lê derkevin û mafê van parêznameyan bidin. Xwestekek pir mezin ji aliyê gel ve tê dîtin, ferq û cudahiya di navbera qonaxê destpêkê yê komê xwendina parêznameyan û niha de heye. Destpêkê nenaskirin ne pir bû, lê niha her kes fikrê Rêber APO nas dike û li gor wê xwe bi rêxistin dikin.” 

‘XWESERIYA DEMOKRATÎK JI BO XWE BINGEH BIGRIN’

Ebdulxenî di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser hemû kesên ku bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan hîn tênegihiştine û wiha axaftina xwe dewam kir, “Ji bo hemû kesên di van komên xwendina parêznameyan de cihê xwe digrin, divê bi awayek piratîkî van tiştên ku Rêber Apo ji bo me hiştine pêk bînin. Her wiha hemû kesê ku  fikrê Rêber Apo nas naske, derfet heye ku nas bikin. Bila ji bo me fikrê Rêber Apo bibe mîne av û hewayê. Banga min ji bo tevahî Kurdên li cihînê ewe ku bi parêznameyên Rêber Apo xwe bi rêxstinî bikin û pergala Xwerseriya Demokratîk ji bo xwe bingeh bigrin.”