BI DÎMEN

Li Kantona Firatê û Minbicê gel komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin

Li Kantona Firat û Minbicê bi hezaran şênî daketin qadan û bi meşeke girseyî komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şermezar kirin.

Li ser komploya 9`ê Cotmeha 1998`an a navneteweyî re 27 sal derbas dibe. Îro li dijî komploya 9`ê Cotmehê li Kantona Firatê meşeke girseyî hat lidar xistin. Meşa ciwanan a dirêj ku di çarçoveya heman çalakiyê de berî bi sê rojan li navçeya Çelebiyê destpêkiribû, îro gihişt bajarê Kobanê.  Bi hezaran gel jî li Qada Jina Azad li hev kom bûn û heta qada Şehîd Egîd meşiyan.

‘KES NIKARE ME JI RÊBERTÎ DÛR BIXE’

Hevseroka Encûmena Cîbcîkar a Kantona Minbicê Ezeb Ebûd, anî ziman ku ti hêz wê nekaribe wan ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dûr bixe û wiha got, “Berxwedanî dawî li tevahî komployan anî. Em weke tevahî neteweyên li herêmê li vir kom dibin û em dibêjin ‘kes nikare me ji Rêbertî dûr bixe. Rêber Apo rêberê tevahî mirovahiyê ye. Azadiya me tenê bi fikrê Rêber Apo re pêkane. Em ê tevahî pilanên dagirkeriyê têk bibin."

‘EM Ê AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO MISOGER BIKIN’

Piştî ku meş gihîşt qada Şehîd Egîd, deqeyek rêz ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê hat girtin û piştre Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed Mihemed axivî. Mihemed wiha got, “Berxwedaneke dîrokî tê meşandin, ev berxwedan li tevahiya cîhanê belav bûye. Bi sedhezaran mirov tevlî vê berxwedanê bûn. Xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo re, têkoşîna gelê Kurd bêbandor bikin. Lê sekn û îradeya Rêber Apo ev yek vala derxistin. Em ê bi wê ruhê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Em wek tevgera ciwanan soza xwe nû dikin. Em ê meşa xwe ya azadiyê bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ dewam bikin.”

Di dawiyê de Hevserokê Desteya Jîngehê Arîf Balî axivî û ev gotin, “Di hemû Rojhilata Navîn û qada cîhanê de Rêberê me azade û bi me re dijî û li ber xwe dide. Ev komplo bi ser ne ket. Şoreşa Rojava bi saya fikrên Rêber Apo pêk hat.”

Meşa girseyî bi berzkirina dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.