Li Kobanê 'Meşa Dirêj' dest pê kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina komployê dest bi “Meşa Dirêj” kirin.

ÇALAKIYÊN LI DIJÎ TECRÎDA ÎMRALI

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, dest bi "Meşa Dirêj" kirin.

Bi dehan şêniyên bajarê Çelebiyê û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan tevlî meşa dirêj bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ala Tevgra Ciwanên Şoreşger hatin hildan.

Di meşê de Meclîsa Ciwanên PYD’ê ya Kantona Firatê Lewîn Elî axivî û wiha got: “Em komploya li ser Rêber Apo hatî destpêkirin şermezar bikin. Dewletên navnetewî bi hemû hêzên xwe komployek dan meşandin.” Lewîn di berdewamiya axaftina xwe de got: “Tecrîda li ser Rêbertî gihişt asta qirkin û işkencê û tine kirinê, dixwazin di şexsê Rêber Apo de fikira azad û pirojeya neteweya demokratîk tune bikin.”

Li ser nave Meclîsa bajarê Çelebê Emîne Mihemed jî wiha got: “Em ê hertin li ser piyan bin di nav çalekiyan da bin heta azadiya Rêber Apo ya fîzikî bi dest bixin. Ji ber bê serok jiyan nabe.” 

Di meşe de timî dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Jin jiyan azadî” hatin berz kirin.

Meşa ku ji bajarê Çelebê destpêkir wê 3 roja bidome û li Kobanê bi dawî bibe.