ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Helebê 7 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan
Li Helebê di encama êrîşa çeteyên Heyet Tehrîr El Şam de ku bi droneyê hate kirin, 7 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan. -
Li Dêrazorê ji bo şehîd Ronî Welat merasîma leşkerî hat lidarxistin
Ji bo Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ronî Welat yê di 5’ê Kanûnê de şehîd bibû, merasîma leşkerî hat lidarxistin. -
Li Tebqayê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin
Li Tebqayê bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. -
Cenazeyê şervanê QSD'ê li Dirbêsiyê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Akîf Dirbêsiyê ku li Dêrazorê şehîd bû, li şehîdgeha li Dirbêsiyê hate veşartin. -
QSD: Şervanê me Akîf Dirbêsiyê şehîd bû
QSD'ê got, "Akîf Dirbêsiyê ku heta kêliya dawî bi lehengî şer kir, şehîd bû." -
Li Heleb û Idlibê şer: Leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin
Li bejahiya Heleb û Idlibê di şerê navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de leşkerekî hikumeta Şamê mir. -
'Gelên cuda bi vê pêngavê li azadiya xwe digerin'
Ji pêkhateyên Minbicê dadger Îbrahîm El-Îbrahîm û Îmad Ehmed diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya azadiyê ji wan re ronî kiriye û ji bo belavkirina fikirê Ocalan û azadkirina hemû civakên bindest, divê ew çalakiyên xwe bidomînin. -
Ji rêxistina Nûdem û Zanîngeha Kobanê perwerdeyeke bi wate
Rêxistina Nûdem bi piştgiriya Zanîngeha Kobanê ji bo zarokên astengdar perwerde da destpêkirin. -
Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Rêberê Gelê Kurd daketin qadan
Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan -
QSD'ê li Zirganê bersiv da: 4 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku di operasyonekê de ya li gundewarên navçeya Zirganê 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. -
QSD'ê ragihand ku fermandar Ronî Welat şehîd bûye
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanê wan Ronî Welat li rojhilatê Dêrazorê di 'êrîşeke terorê ya tirsonek' de şehîd bûye. -
Bi deh hezaran kes ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser piyan e
Li bajarên Heleb, Reqa, Hesekê, Til Birak û Şedadê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran kes bi daxwaza agahiyê ji rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin daketin qadan. -
QSD′ê ragihand ku çeteyekî DAÎŞ’ê girtine
QSD′ê ragihand ku Tîmên Operasyonên Leşkerî yên girêdayî hêzên wan li Reqayê çeteyekî DAÎŞ’ê girtine. -
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Abdullah Ocalan daket qadan
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel li dijî tecrîda Îmraliyê daket qadan. -
Malbatên şehîdan: Ji bo Rêber Apo dakevin qadan
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê bang li gelê Kurd û Kurdistanî kir ku dakevin qadan û zextê li rêxistinên hiqûqî û yên têkildarî mafên mirovan bikin da ku rewşa Abdullah Ocalan a piştî erdheja li Bûrsayê ya Tirkiyeyê çêbûye, eşkere bikin. -
Şêniyên herêma Firatê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re meşiyan
Piştî erdheja li Gemlîkê, şêniyên herêma Firatê li Kobanê meşiyan û xwestin tavilê agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin. -
Dewleta Tirk êrîşî gundekî Şehbayê kir: Kesek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrîşî gundekî Şehbayê kir. Di encamê de kesek birîndar bû. -
Mamosteyên Amûdê behsa pergala hîndekariyê kirin
Mamosteyên bajarê Amûdê qala pergala hîndekariyê kirin û gotin, “Armanca me ya sereke, xwendekar û nifşek nû ya xwedî prensîbên civaka demokratîk avakirine.” -
Li Şehbayê karesata mirovî: Ji sedî 80 ê nexweşxaneya Avrînê nikare bixebite
Ji ber dorpêça giran a li ser herêma Şehbayê ku bûye 6 sal bê navbera ji aliyê hikumeta Şamê ve tê ferzkirin, rewşa tenduristiyê li Şehbayê li ber xeteriyê ye. Nexweşxaneya Avrînê ji sedî 80 nikare xizmetê bike. -
Gelê Rojava ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ronîkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û çalakî li dar xistin. -
Rewşa sivîlê ku dewleta Tirk li Şêrawa birîndar kir, giran e
Hat zanîn ku rewşa sivîlê ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê de birîndar bûbû, giran e. -
Li Girê Spî çete bi hev ketin: 3 mirî, 10 birîndar
Li Kantona Girê Spî ya dagirkirî, şerê navbera çeteyan ku doh destpê kir, dewam dike. Di şer de 3 çete mirin, 6 sivîl û 4 çete jî birîndar bûn. -
Li Girê Spî di navbera çeteyan de şer derket: 2 çete hatin kuştin
Li Girê Spî ya dagirkirî di navbera çeteyên girêdayî dewleta Tirk de şer derket. Di encama şer de 2 çete hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn. -
Li Helebê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşek hat lidarxistin
Di çarçoveya pêngava ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de, li Helebê meşek hat lidarxistin. -
Li kantona Efrînê êrîşa bi balafira bêmirov a bombebarkirî
Dewleta Tirk a dagirker gundê Bêne yê ku girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ye cara duyem bombebaran kir û di encamê de gundiyek birîndar bû.