BI DÎMEN

Heyva Sor a Kurd ji bo gelê Lubnanê seferber bûye

Heyva Sor a Kurd ji bo alîkariya gelê Lubnanê du konên alîkariyê danîn ku yek li Kobanê û ya din jî li Eyn Îsa ye. Her wiha li her du bendên kontrolê yên di navbera Hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de jî ambûlans hatine amadekirin.

Salek li ser şerê Îsraîl û Hamasê re derbas dibe, di encamê de êrîş li Lubnanê jî pêk hat û li wir şerekî dijwar diqewime. Bi hezaran kes ji gelê Lubnanê jî xwe li herêma Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê digirin û ji xwe re weke stargehekê pejirandin e. Li gorî Maseya Krîzê ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ji bo kesên ji Lubnanê tên hatiye avakirin, heya niha 17 hezar û 558 kes ji Lubnanê hatine.

Ji bo penaberên ji Lubnanê jî gelek sazî û dezgeh bûn seferber û dest bi komkirina alîkariyan kirin. Li Kobanê jî ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve konê alîkariyê li qada Jina Azad hat vekirin û gel qefil bi qefil berê xwe dide kon û ji bo penaberên Lubnanê alîkarî pêşkêş dikin.

Endamê Beşa Lezgîn a Heyva Sor a Kurd Ebdî El Elî jî têkildarî Konê alîkariyê axivî û got: “Gavên me yên pêş de ji bo gelê Lubnanê hîna heye. Ev kon ji bo koçberên ku ji ber şer direvin û em bi vî rengî bi wan re bibin alîkar. Weke Heyva Sor a Kurd jî me du kon vekirin e, yek li Kobanê û ya din jî li Eyn Îsa ye. Ji bo gelê Lubnanê me ambûlansên xwe jî amade kirine. Ambûlans û odeyên acîlê yê gerok li ser her du bendên Kontrolê yê di navbera Hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de ye. Ew jî Tayha û ya Tebqa ye. Ji wir demê ku penaber derbas dibin, yên nexweş tên tedawîkirin û dûre Rêveberiya Xweser wan pêşwazî dike. Ev jî tenê gavên me yên pêşî ye wê hîna jî gavên me yên din hebin û em ê ji bo gelê Lubnanê gelek projeyên din amade bikin. Ev alîkarî jî wê ji gelên penaber re bê pêşkêşkirin."

Endama Heyva Sor a Kurd Nisrîn Mihemed Şêxo jî anî ziman ku ew ji bo her alîkariyê amade ne û wiha peyivî: “Ev du rojin me kon daniye. Ev kon hate danîn ji bo ku em bikarin bi wan re bibin alîkar. Weke endamên Heyva Sor em ji bo her cure alîkariyê, amade ne."

Hat ragihandin ku wê Heyva Sor a Kurd ji bo gelê Lubnanê gelek projeyên din ên alîkariyê pêşkêş bike.