BI DÎMEN

Cenazeyê şehîd Maşûq Serbaz Mihemed hat veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Maşûq Serbaz Mihemed bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê hat veşartin.

ŞEHÎD MAŞÛQ SERBAZ MIHEMED

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Maşûq Serbaz Mihemed yê 3'yê Cotmeha dema li ser erka xwe bû li Kantona Dêrazore şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê hat veşartin. Şêniyên bajar û gundewarên Qamişloyê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xalid Etê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Di serî de dewleta Tirk a dagirker, dijmin bi hemû hêza xwe hewl dide projeya me têk bibe. Lê bi hezaran şervanên mîna şehîd Maşûq ji bo parastina herêmê û têkbirina van hewldanan têkoşînê dikin."

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Qamişlo Nezîr Sofî jî diyar kir ku dewletên serdest lîstokên nû li Rojhilata Navîn dikin û got: "Divê em ji van lîstokan şiyar bin û xeyalên şehîdan pêk bînin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.