Xelkê Serêkaniyê li ber avahiya NY’ê çalakî li dar xist

Xelkê Serêkaniyê bi boneya selvegera 5’emîn a dagirkerina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ber avahiya NY’ê ya li Qamişloyê çalakî li dar xist.

Xelkê Serêkaniyê bi boneya selvegera 5’emîn a dagirkerina Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ber avahiya NY’ê ya li Qamişloyê çalakî li dar xist. Koçberên Serêkaniyê, endamên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), saziyên civaka sivîl û nûnerên ji Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Em rojekê vegerin Serêkaniyê”, “Daxwaza me bidawîkirina dagirkeriyê ye” û “Na ji guhertina demografî re” hatin hildan. Xelkê Serêkaniyê di çalakiyê de dirûşmeyên balê dikêşe li ser dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî berz kirin û xwestin dawî li dagirkeriya li herêmê bê. Xelkê Serêkaniyê nameyek radestî avahiya Komîseriya Penaberan a NY’ê kir.

Endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Reyan Exte nameya ku radestî avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY’ê kirin, xwend. Komîteyê di nameya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Serêkaniyê û Girê Spî li dijî mafên mirovan, qanûnên navnetewî, hevpeymanên NY`ê yê ku parastina sivîlan dikin sûcan pêk tînin.

Di nameyê de Komîteya Koçberên Serêkaniyê ev daxwaz kirin; “Li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rê li ber siyaseta guhertina demografî û kiriyarên li dijî mirovahiyê bê girtin. Dewleta Tirk kiryarên li dijî mirovahiyê dike û li gorî hevpeymanên peydakirina ewlehiyê yê ku îmze kirine tev nagere, lewma divê kiryarên wê bên şermezarkirin. Em daxwazê ji we dikin ku hûn bi gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet yên Serêkaniyê û bajarên dagirkirî yên Sûriyeyê re alîkar bin, da ku dagirkeriyê û rêxistinên terorîst ên piştgiriyê ji dewleta Tirk dibin, têk bibin. Zêdetir zextê li dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê bikin da ku ji herêmên ku li Sûriyeyê dagir kirine vekişin.”

Piştî xwendina nameyê çalakvanan ji bo bîranîna şehîdên êrîşa dagirkeriyê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî 5 deqeyan rawestiyan. Ji komîteyê şandeyekê name radestî avahiya Komîseriya Penaberan a NY`ê kir.