Aldar Xelîl: Tu kes nikare roja me tarî bike

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê domandina qirkirina gelê herêmê ye û got, "Dîlgirtina Rêber Apo dîlgirtina hemû mirovahiyê ye."

Derheqê Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê û bandora wê li ser gelê Kurd û tevahiya gelên herêmê, endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê (Partiya Yekitîyên Demokrat) Aldar Xelîl pirsên rojnameya Ronahî bersivand.

Heypeyvîn wiha ye:

Armanca Komploya Navnetewî ya li ser Rêber Apo hatiye meşandin çi ye û hêzên ku li pişt wê komployê cih digirtin kî bûn?

Tê zanîn, 9’ê Cotmeha 1998’an li hemberî Rêber Apo Komployek Navnetewî hate destpêkirin. Ev komplo ne tenê li dijî Rêber Apo hat kirin, di heman demê de, di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd hat kirin. Rêber Apo bi şêwazeke ku destê tarî di nav de birin paytexta Yewnanistan Atînayê. Ev bû berdewamiya pêvajoya dîlgirtina Rêber Apo ya 15’ê Sibatê jî. Piştî wê Rêber Apo radestî dewleta Tirk a dagirker hat kirin. Serokwezîrê wê demê yê dewleta Tirk a dagirker Bûlent Ecevît got ‘Me nezanî ev bûyer çawa pêk hat?’ Ev hurgûlî me dide xuya kirin, gelek hêzên hegemon ên veşartî destê wan di nav komployê de hene. Dewleta Tirk tenê rîsta gardiyan dileyize. Bi wê pêvajoyê hêzên desthilatdar û tarî hewildan ku di şexsê Rêber Apo de, gelê Kurd giştî dîl bigirin. Rêber Apo li hemberî wê komployê sînorek xêz kir. Bi wê komployê nekarîn Rêber Apo bêdeng bikin. Ramanên Rêber Apo di Îmraliyê de gehişte mejiyê milyonan mirovan. Ev 26 sal in di destê dewleta Tirk a dagirker de dîl girtiye. Gelê Kurd piştî wê pêvajoya komployê bi şîara ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’, li dora Rêber Apo bû xeleka agir. Gelek ciwan, keç û xortên Kurd agir berdan bedena xwe. Rêber Apo ne tenê weke Rêbere, ew weke vîn û hişmendiya xwe didîtin. Di dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de gelek kesên wêrek û fedayî derketin. Komploya Navnetewî bû sedem ku ev bigihije lûtkeyeke din. Berovajî wê, Rêber Apo bi felsefeya xwe zêdetir gelê Kurd ê ku razayî bû, şiyar kir. Hedefgirtina Rêber Apo, ji ber vê yekê bû ku wî dara ziwa şîn kir û ji tinebunê hebûn ava kir. Destpêka damezirandina Tevgera Azadiyê navê Kurd û Kurdistanê jî ne dihat zimanê ti kesî. Tevger û rêxistinên beriya Tevgera Azadiyê, şûna  pirsgirêka Kurd çareser bikin, berovajî wê pirsgrêk kûrtir dikirin. Di hat zanîn ku êdî zayînek û hişmendiyek cuda ji bona civakê pêwîste. Ev pêwîst bû ku civaka Kurd êdî hilbijartinekê bike. Rêber Apo bi avakirina Tevgera Azadiyê û belavkirina hişmendî û ramanên xwe derbeyek mezin li pergala heyî xist. Ev hêzên tarî û hegemon hewldan kirin ku Rêber Apo fizîkî tine bikin. Di sala 1996’an de, li paytexta Sûriyê Şamê, nêzî cihê Rêber Apo tê de dimîne teqînek mezin rû da. Heman dîrokê de hemberî wê çalakiya Şehîd Zîlan a meha Pûşber a 1996’an bi çalakiya xwe ya fedaî ev vala derxist.

Rêber Apo çawa hişt ku Komploya Navnetewî negihêje armanca xwe?

Piştî salên 2000’î, Rêber Apo dest bi nivîsandina parêznameyan kir. Bi rêbazeke têr tijî Rêber Apo bi ramanên xwe gelê Kurd û Rojhilata Navîn agahdar kirin û civak perwerde kir. Niha ev salên dawiyê de, li ser Rêber Apo tecrîd û îzalasyonek mezin hatiye destpêkirin da ku ramanên Rêber Apo yên ku cîhanê bandor dike, belav nebin. Naxwazin hişmendiyê mirovan pêşbikevin. Rêber Apo pêşengê çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn e. Ger pêşengên şoreşa Rojavayê Kurdistanê li gor fikir û ramanên Rêber Apo bingeh ne girtiban, dê deskeftiyên Kurdan hemû têk çû ba. Rêber Apo bi nivîsandina parêznameyan, nêrîn û felsefeyan komplo pûç kir. Ev bû sedem ku cîhan hemû bi ramanên Rêber Apo sûd werbigire. Ji ber Rêber Apo got ‘Paraznameyên min li ku bin ez li wirim.’ Rêber Apo bi sekna xwe ya berxwedêr komplo jî, tecrîd jî vala derxist. Tecrida girankirî ya ku li ser Rêber Apo dimeşe, berdewamiya komployê ye. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî ramanên Rêber Apo serkeft. Gel û peşêngên ji Rojavayê Kurdistanê perwerde kirin û ev kirin xwedî zanist. Ev şoreşa pêk nehatiba, dê hêzên veşartî li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê deshilatî daban meşandin. Piştî destpêkirina şoreşa Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê ji bona şoreş sernekeve tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo dihate destpêkirin.  

Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de pêngava cîhanî ya bi navê “Ji Rêber Apo re azadiya fizîkî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî”  hatiye destpêkirin. Ji bona serkeftina wê pêngavê divê çi were kirin, erkê dikeve li ser milê civakê çi ye? Peyamek dawiyê li ser Komploya 9’ê Cotmehê heye?

Di destpeka damezrandina Tevgera Azadiyê de, gelên din Rêber Apo zêde nas nedikirin. Piştî xwendinên parêznameyên Rêber Apo ji nûve Rêber Apo fêm kirin û wek Rêberê xwe dîtin. Jina bi eslê xwe Yewnanî Elefterîa Fortulakî piştî pêwajoya dîlgirtina Rêber Apo çalakiya fedaîyane pêş xist. Ruxmê ku wê hevalê Rêber Apo ne dîtibu jî da xuyakirin, ji bona mirov bi Rêber Apo re jiyan bike ne pêwîste mirov tenê Rêber Apo bibîne. Li ser wê bingehê ji bona azadiya Rêber Apo gelek cûre çalakî pêş xistin. Bakur, Başûr Rojhilat û Rojava herderê di nav tevgerek mezin de bûn. Temenê 7 heya 70’ê salî xwedî li Rêber Apo derketin. Ev da xuyakirin ku raman û felsefeya Rêber Apo civakî ye û giştî mirovahiyê digire bin sîwana xwe.

Bangawazî ya me ji bona gelên bindest û bin desthilatiya hêzên metînger de berxwe didin e. Ev hêzên ku rista xwe li wê komployê de hebûn em şermezar dikin. Pêwîste ev jî li dora ramanên Rêber Apo kom bibin. Rêber Apo Rêberekê netewî ye û raman û birdoziya wî ji bona hemû gelên bindestin. Saziyên navnetewî yên weke CPT û DMME (Dadgeha Mafê Mirovan ê Ewropa) dibe erkên xwe rabin. Dema Rêber Apo dibe mijar cîhan hemû bê deng e. Biryara DMME, ruxmê ku derheqê Rêber Apo dibe demildest bê berdan jî heye, dewleta Tirk a dagirker zagonên navnetewî binpê dike. Ev sazî û dezgeh ji hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker bê helwest û bê dengin. Ji ber berjewendiyên wan ên desthilatî û metingeriyê rê nade, helwestek aliyê berjewendiyên gel danin holê. Bangawaziya ji bona rewşa Rêber Apo, bangewaziya gelên Rojhilata Navîn e. Pewîste saziyên navnetewî bi erkên xwe rabin, zagonên xwe binpê nekin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo, azadiya hemû gelên bindest e. Ji bona azadiya Rêber Apo ya fizîkî ti erk bikeve ser milê kê divê bi erka xwe rabe. Dîsa em Komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an şermezar dikin, şehîd û pakrewanên derdora Rêber Apo bûn xelekek agir bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’, bi rêzdarî bi bîr tînin û soza bilindkirina agirê rojê didin.

Çavkanî: Rojnameya Ronahî