Li Qamişlo û Hesekê meşa li dijî komployê

Şêniyên Qamişlo û Hesekê li dijî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê meşiyan.

MEŞA LI DIJÎ KOMPLOYÊ

Li Qamişloyê bi hezaran kes li dijî komploya 9'ê Cotmehê li hev civiyan.

Meşa ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî hate lidarxistin ji Xaçerêya Osman Sebrî ya li Qamişloyê destpê kir.

Ji bajarên Til Koçer, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûdê yên Kantona Cizîrê bi hezaran Kurd, Ereb, Suryan, nûnerên partiyan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê tevlî meşê bûn.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd", "Bi ruhê berxwedana zindanan em ê Rêber Abdullah Ocalan azad bikin", "Azadiya Serok Apo azadiya gel e", "Em komploya navneteweyî şermezar dikin û banga ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dikin" hatin hildan.

Di dawiya meşê de wê li Xaçerêya Rûbar mîtîng bê lidarxistin.

HESEKÊ

Gelên li Hesekê jî bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî meşiyan.

Bi hezaran kes ji Til Temir, Dirbêsiyê, Hol, Til Berak û Şedadê ji bo şermezarkirina komployê ber bi Hesekê ve çûn.

Meşa ku gaziyên şer, jinan û oldaran pêşengî jê re kirin ji Qada Şehîd Arîn Mîrkan destpê kir. Meşvanan pankartên bi nivîsa "Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re", "Na ji komploya navneteweyî re, erê ji azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re" hildan.

Piştî meşê wê li Qada Xito mîtîng were lidarxistin.