Rêveberiya Xweser: Bidawîkirina dagirkeriyê wê aramiyê bîne herêmê

Rêveberiya Xweser di salvegera 5'an a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de diyar kir ku bidawîkirina dagirkeriyê wê aramî û ewlehiyê bîne herêmê. Her wiha diyar kir ku wê herêmê rizgar bikin.

DAGIRKERIYA 9'Ê COTMEHÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 5`an a dagirkirina Serêkaniyê û Girî Spî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku di encama hevkariya hêzên navneteweyî de ew bajar hatin dagirkirin û gelên ku ji bo rûmeta xwe û azadiya xwe tê dikoşîn, hatin hedefgirtin.

Rêveberiyê destnîşan kir ku berdewamkirina dagirkeriyê, berdewama hişmendiya qirkirinê ye ku divê ji holê rabe, nemaze ku tevahî hewldanên têkbirina vîna gelên herêmê di diyarkirina siberoja xwe ya demokratîk de têk çûn.

Rêveberiyê işaret pê kir ku komplo li dijî tevahî Sûriyeyiyan e û hedefgirtineke diyar a serdestiya Sûriyeyê ye.

Rêveberiyê teqezî bi yekitiya gelên herêmê û hevgirtina wan, domandina projeya neteweya demokratîk, têkbirina hewldanên dijminan ên ku dixwazin projeyên xwe ferz bikin kir û bang li hêzên navneteweyî yên bi dewleta Tirk re hevkar in kir ku li siyasetên xwe vegerin. Her wiha bang li NY, saziyên hiqûqî û mirovî kir ku ji bo naskirina sûcên li herêmên dagirkirî tên kirin, komîteyeke serbixwe ya lêpirsînê ava bikin û sûcdaran radestî edaletê bikin.

Rêveberiyê di dawiyê de destnîşan kir ki berdewamkirina dagirkeriyê, berdewama tevliheviyê û piştgiriya hêzên tundraw e, ji ber wê diyar kir ku bidawîkirina dagirkeriyê dabîna ewlehiyê û aramiyê ye, biryareke stratejîk a rêveberiyê ku çiqas dem dirêj bike lê dê ew herêmê bi israra gel û şopandina rêya şehîdan, were rizgarkirin.