BI DÎMEN

'Destwerdana li Rojhilata Navîn bi komploya 9'ê Cotmehê destpê kir'

Hesen Koçer got, "Komploger mikur tên ku armanca wan a esasî destwerdana li Rojhilata Navîn bû. Piştî ku Rêber Apo dîl girtin dest li Rojhilata Navîn werdan. Yanî destwerdana li Rojhilata Navîn bi dîlgirtina Rêber Apo destpê kir."

KOMLOYA 9'Ê COTMEHÊ

Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer armanca komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê û polîtîkayên dewleta Tirk û hêzên navneteweyî yên li hemberî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji ANF'ê re nirxand. Nirxandina Hesen Koçer bi vî rengî ye:

"Bi wesîleya 9'ê Cotmehê êrîşa li ser Serêkaniyê û Girê Spî êrîşa qirkirinê ye ku li ser herêmê hate kirin, li ser 2 bajarên me yên hemû gelê herêmê tê de jiyan dikirin, bi Ereb, Suryan, Kurd, Çerkes tê de diman. Êrîşa dewleta Tirk di wê rojê de hate kirin. Bi vê wesîleyê şehîdên wê demê, şehîdên azadiya şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Bêguman berxwedaneke bêhempa hate kirin. Lê belê êrîşa dewleta Tirkiyeyê êrîşeke qirkirinê, tinekirinê bû. Roja 9'ê Cotmehê tespît kirin, ew roj bi mane bû. Maneya wê çi bû? Wê rojê komplo li ser Rêberê Neteweya Demokratîk Rêber Apo hate kirin. Maneya wê ew bû; em ê siyaseta qirkirinê dewam bikin, em ê tecrîda li zindana Îmraliyê kûr bikin. Sîstema Îmraliyê sîstemeke qirkirinê ye, ji ber ku tecrîda li hemberî Rêber Apo tecrîda li hemberî gelê herêmê, hêzên demokratîk, neteweya Kurd e. Em bi vî rengî şîrove dikin. Ji ber wê yekê tespîtkirina wê rojê û êrîşkirin maneya xwe heye. Çawa roja komployê bi dîrokê ve dan girêdan, 15'ê Sibatê dema şoreşa Şêx Seîd têk birin, 15'ê Sibata 1925'an û 28'ê Hezîranê îdam dan Şêx Seîd heman rojê Rêber Apo dîl girtin 15'ê Sibatê, 28'ê Hezîranê biryara îdamê dan. Ev yek ne tenê girêdayî dewleta Tirk e, bi sîstema navneteweyî ve jî girêdayî ye. Yê ku siyaset li ser pirsgirêka Kurd dikirin, dixwestin Kurdan bikin qurbana siyaseta xwe ev roj tespîtkirin. Roja êrîşa li ser Serêkaniyê jî 9'ê Cotmehê bû. Di wê rojê de êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Ev jî aliyekî xwe yê dîrokî heye. Maneya wê çi ye: Em israr dikin ku em civaka Kurd, civak û gelên herêmê qir bikin. Biryara wê dan. Ne tenê dewleta Tirk tê de ye. Hêzên navneteweyî jî di vî karî de ne, yê ku jê re lampeya kesk vêxistin ji bo êrîşî herêmê bikin, qirkirinê bikin, qirkirinê li ser civaka Serêkaniyê û Girê Spî bikin. Bi vî rengî dest bi êrîşan kir.

Heta niha jî komplo dewam dike. Xeteriya komployê hîn mezintir bûye. Ji ber ku armanca komployê hêzên demokratîk tasfiye bike, hêzên azadîxwaz tasfiye bikin, mirovên azad tine bike. Dixwazin siyaseteke bi vî rengî li ser hêzên demokratîk bi giştî bimeşînin. Dewleta Tirkiyeyê di vî alî de bi israr e. Dixwaze di şexsê Tevgera Azadiyê de hêzên demokratîk tasfiye bike. Dewleta Tirkiyeyê hemû hêza xwe da hêzên çekdar ên ku DAÎŞ'î ne, hêz da wan ku vê tevgerê tasfiye bike, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî bixe bin kontrola xwe. Lê belê bi ser neket. Tevî ku êrîş çêbû, lê belê dewleta Tirkiyeyê tê de bi ser neket. Armanca dewleta Tirkiyeyê tevahiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sîstema rêveberiya xweser tasfiye bike. Armanc ew bû, lê belê nekarî pêk bîne. Ji ber wê yekê niha jî ketiye nava hewldanan ku karibe komploya navneteweyî bigihîne serî û bikaribe Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de êrîşên xwe dewam bike. Her roj bi balafirên bêmirov êrîşî sivîlan dike, li ber çavên cîhanê vê dike. Ev yek ispat dike ku dewleta Tirk israra qirkirinê dike. Ji ber wê yekê di dema dawiyê de dixwaze, ji ber ku bi tenê nikare bi ser bikeve, dixwaze tifaqê bi dewletên herêmê re bike ji bo karibe vê bi ser bixîne. Ev tifaqa vê dawiyê ya bi Iraqê re ji bo vê yekê bû. Hewl dide bi Sûriyeyê re tifaqê bike ji bo rêveberiya xweser tafiye bike. Bi Iraqê re dike ji bo tevgera azadiyê tasfiye bike. Û destketiyên heyî yên Kurdan hemûyan tasfiye bike. Yanî armanca dewleta Tirk ev e. Ji ber wê yekê tecrîd çiqasî li Îmraliyê giran bibe, ewqasî êrîş jî li ser gelê herêmê dibe. Ji ber ku tecrîda li Îmraliyê û êrîşên li ser gelên herêmê bi hev ve girêdayî ne. Ji ber ku Rêber Apo nirxên dîrokî yên herêmên Rojhilata Navîn temsîl dike. Bi azadiya wê ve, neteweya wê ve, çanda wê ve be. Çiqas tecrîd û êrîşên li ser Rêber Apo kûr bibin ewqasî jî êrîş li ser herêmê xurtir dibe. Ev tê zanîn, sîstema Îmraliyê ne sîstema dewleta Tirkiyeyê ye. Sîstemeke cîhanî ye. Dixwazin di şexsê Rêber Apo de hemû tevgerên azadiyê yên demokratîkxwaz û neteweya Kurd tasfiye bikin.

Lê belê Rêber Apo meşrûekî nû bi pêş xist. Projeyeke nû afirand. Li hemberî vê komployê têkoşîneke pir mezin û bêhempa kir. Kurdekî berxwedana Îmraliyê fêhm neke, wê rastiyê fêhm neke. Rêber Apo 25 salan çawa li ber xwe da û heta niha hat, çawa projeyeke nû, felsefeyeke nû afirand. Îmrali bûye cihê medreseya azadîxwazan. Bûye cihê felsefeyekê. Tevî ku Îmrali çêkiribûn ji bo ku bi temamî tasfiyekirina gelan çêbike, lê belê di vir de bi ser neketin. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Rêber Apo bi rengekî din dewam dikin. Ji xwe 9'ê Cotmehê bertekên me divê xurt bin li hemberî vê. Kesekî ku bibêje ez azadîxwaz, welatparêzim divê li hemberî vê komployê bêdeng nemîne. Ji ber ku komplo armanca xwe ne şexsek bû. Di şexsê Rêber Apo de nirxên gelan heye, nirxên azadiyê heye, nirxên şoreşê heye. Dixwazin vî nirxî tasfiye bikin. Ji ber vê yekê Kurdên welatparêz, mirovên azadîxwaz ne Kurd jî bin li hemberî vê divê têbikoşe, vê tecrîdê qebûl neke.

Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser gelan e. Divê em bi vî rengî şîrove bikin. Em tim û daîm divê 9'ê Cotmehê kes milet li malên xwe nemîne, li hemberî vê tecrîdê bertekên me pir xurt bin. Ji ber ku di şexsê Rêber Apo de dixwazin vîna me bişikînin. Lewma tifaqên dewleta Tirkiyeyê, dîplomasiya wê, dixwaze her kesî qanih bike, ji bo karibe armanca xwe pêk bîne. Lê berxwedaneke bêhempa li Îmraliyê bê kirin. Divê em vê berxwedanê baş fêhm bikin, hîs bikin, bijîn. Heta ku em karibin li hemberî komployê têkoşînê bikin.

Ji ber vê yekê ev tifaqên vê dawiyê yên dewleta Tirkiyeyê bi Iraqê re, yê dixwaze bi Sûriye û Emerîkayê re bike, bi Rûsyayê re dixwaze bide û bistîne, dixwaze armancekê bîne cih. Ew jî; wê çawa bikaribe vê projeya demokratîk tasfiye bike. Armanc ev e. Bêguman hêzên navneteweyî jî di vî karî de xwedî pareke mezin e. Aliyê wê yê qanûnî yê Ewropa kompoyeke di çarçoveya qanûnî de heye. Adeta qanûn û siyaseta navneteweyî bûye yek. Ti eleqeya xwe bi hiqûqê ve nemaye. Ti eleqeya xwe bi hiqûqa demokratîk ve nemaye. Lewma divê têkoşîneke em bikin, em bibêjin; madem we qanûn danîne hurmetê ji qanûnên xwe re bikin. Hûn qanûnan datînin, li ser hinekan bi cih tînin, li ser hinekan bi cih nînin. Ev çi ye? Demekî eger berjewendiyên min tê de hebin ez ê qanûnan li ser bi cih bikim, eger berjewendiyên min tê de nebe ez ê qanûnan bi cih nînim. Ev çi ye? Diyar e qanûn bi siyasetê ve hatiye girêdan, bi berjewendiyê ve hatiye girêdan. Ji ber wê CPT jî, hêzên mafên mirovan, rêxistinên mafên mirovan zêde li ser qanûnên xwe nasekinin. Berjewendiyên siyasî, aborî li ku bin ew li wir in. Ev nabe maf, tu nikare navê hiqûqê lê bike, tu nikare navê mafên mirovan lê bike, tu nikare navê edaletê lê bike. Ji ber vê yekê komployeke qanûnî jî heye. Komployeke siyasî li aliyekî, komployeke dîrokî ye, komployeke siyasî ye, qanûnî ye. Ji her alî ve dest bi komployê kirine, dixwazin di şexsê Rêber Apo de nirxên civakan, neteweyan, azadiyê tasfiye bikin.

Bêguman gelê me, sekna wê ji destpêka komployê heta niha, mirovan ji bo vî nirxî xwe feda kirin, civaka me jî sekna wê ji destpêka komployê heta niha, li hemberî komployê her sal û her roj têkoşînê dike. Ev sekneke dîrokî ye. Lazim e di qonaxa duyemîn azadiya Rêber Apo ya fîzîkî de divê em bigihêjin asta herî bilind. Divê em bi sekneke pir xurt, ji ber ku dîrokî ye, têkoşîneke dîrokî ye. Têkoşîna li hemberî zindana Îmraliyê, têkoşîneke dîrokî ye. Divê gelê me weke erkeke welatparêzî û exlaqî, mirovên azadîxwaz li hemberî vê komployê têbikoşe. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk û hêzên din ên li ser civakan têkoşîna wê kirine. Ji ber ku Rêber Apo felsefe li nava civakê bi pêş xist, zanebûn bi pêş xist, zanebûna dîrokî, siyasî, civakî bi pêş xist. Bi taybetî li ser azadiya jinê. Lazim e her kes li hemberî vê komployê xwedî helwest û sekn be. Bi giştî gelê me divê xwedî helwest be, gelên herêmê jî xwedî helwest bin.

Eger felsefeya Rêber Apo nebûya li Rojava wê ev sîstema demokratîk bi pêş neketibûya. Parastin şoreşa Rojava jî nedibû. Ji ber wê yekê lazim e gelê me bi vî nirxî zanibe, divê li gorî wê helwestê nîşan bide. Bi rêveberên xwe, bi civakê divê sekneke xurt li hemberî komployê nîşan bide. Ji ber ku ev komploya dîrokî ya sedsalê ye. Eger em vê komployê pûç bikin em ê karibin derbasî sedsaleke nû bibin. Eger ev komplo neyê pûçkirin û dixwazin bibin serî bi esasî di şexsê Serokatî de dixwazin hêviya gelê Kurd, gelên herêmê tasfiye bikin.

Em naxwazin weke Kurdekî berê bijîn. Bila her kes bi vê zanibe. Kurdê nezan, koleyê dijminê xwe be, em naxwazin bibin Kurdekî bi vî rengî. Civaka Kurd êdî vê qebûl nake, xiyanetê li nava xwe qebûl nake. Yên ku destên wan di nava komployê de hene, xayinên Kurdan jî di nava wan de hene. Dixwazin xayinan berpirsyarên Kurdan, xayin nabin berpirsyarên Kurdan. Piştî Rêber Apo felsefe belav kir, xayin êdî nikare bibe berpirsyarên Kurdan. Bila kes xwe neceribîne ku bibe berpirsyarê Kurdan, Kurd wan qebûl nake.

Civaka Kurd êdî gihîştiye vê astê. Ya ji me tê xwestin em îro çi bikin? Divê em bi gelek rê û rêbazan vê komployê têk bibin. Êdî em nikarin xwe li komployê rabigirin. Divê tehemûla me nemîne. Ji ber ku Rêber Apo nirxekî mezin e ji bo me ye. Nirxê me yê dîrokî, azadiyê ye, nirxê me yê civakî û exlaqî ye. Ma mirov dikare dest ji van nirxand berde? Mirov dest ji van nirxan berdin, ew ne mirov in.

Ji ber vê yekê divê em têkoşîneke pir xurt bikin. Em sîstema Îmraliyê baş fêhm bikin, hedefên siyasî yên komployê baş fêhm bikin, hedefên dîrokî yên komployê baş fêhm bikin. Yên ku komplo kirin bi xwe gotin. Piştî ku Rêber Apo girtin dest li Rojhilata Navîn werdan. Wateya vê çi ye? Eger dest li Rojhilata Navîn ve hatibe werdan vê yekê bi girtina Rêber Apo destpê kir. Dikarim bibêjim Şerê Cîhanê yê 3'yemîn di 9'ê Cotmehê de destpê kir. Divê em vê rast diyar bikin, vê heqîqetê ji her kesî re bibêjin. Piştî 9'ê Cotmehê Şerê Cîhanê yê 3'yemîn destpê kir û bûyerên piştre qewimîn hemû bi hev ve girêdayî ne, heta şerê Xeze û Îsraîlê. Ev hemû ji bo guhertina Rojhilata Navîn e, armanc ew e ku hêzeke demokratîk li Rojhilata Navîn bi pêş nekeve. Ji bo wê yekê pêşî li Rêber Apo girtin ku 3 sal in nahêlin parêzerên wî serdana wî bikin. Ji bo ku gotinên wî dernekevin. Ji bo ku bandorê li ser pêvajoyê neke. Lewma divê em têkoşîna xwe ya îsal em qat bi qat bilind bikin ku karibin komployê têk bibin."