Dewleta Tirk li ser sînorê Çilaxa ciwanek qetil kir

Dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê Çilaxa komek ciwan gulebaran kirin. Di encama gulebarana dewleta Tirk a dagiker de ciwanek hat qetilkirin û yek jî birîndar bû.

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de li herêma di navbera gundên Batirzan û Dêrna Axê yên girêdayî bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê de 6 ciwan gulebaran kirin. Di encama gulebarana dewleta Tirk a dagirker de ciwanê bi navê Ehmed El Nasir hate qetilkirin û Elî Ebdulnasir hat birîndar kirin.

Elî Ebdulnasir ê birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Girkê Legê.