Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji Lubnaniyan re bûye stargeh
Maseya Krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber şerê li Lubnanê heta niha zêdeyî 17 hezar û 500 kesî xwe li herêma rêveberiya xweser girtine.
Maseya Krîzê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber şerê li Lubnanê heta niha zêdeyî 17 hezar û 500 kesî xwe li herêma rêveberiya xweser girtine.
Li gorî Maseya Krîzê ya ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ji bo kesên ji Lubnanê tên, hatiye avakirin, heya niha 17 hezar û 558 kes ji Lubnanê hatine.
Li gorî maseyê, hejmara kesên ji ber şerê Îsraîl û Hizbullah ji Lubnanê hatine herêmê wiha ye:
Hejmara mêran 6 hezar û 114
Hejmara jinan 5 hezar û 587
Hejmara zarokan 5 hezar û 800
Hejmara Lubnaniyan 46
Hejmara cenazeyan 11
Kesên ji Lubnanê tên li gel xizmên xwe dimînin û yên xizmên wan li vir nin in li navendên bicihbûnê tên bicihkirin.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Lubnanê ji bo kesên ku dixwazin ji ber şer biçin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîteyên şopandina ava kirine. Nûnertiyê bi hevkariya Komeleya Çanda Civkî ya Newroz a li Beyrûtê vegera wan hêsan dike û pêwîstiyên wan bi cih tîne.
Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca pêşwazkirina kesên ji Lubnanê tên maseya krîzê ava kiriye ku wan bi cih dike û pêdiviyên wan pêşwazî dike.
Li aliyekî din Heyva Sor a Kurd li gelek bajaran konên komkirina alîkariyan ji bo kesên ji Lubnanê tên, vedane.