Koça ji Lubnanê ber bi herêma Rêveberiya Xweser dewam dike

Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê, koa ber bi herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.

Li gorî daxuyaniya Maseya Krîzê ya Xweser, hejmara kesên ji Lubnanê koçî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine gihîştiye 17 hezar û 948 kesan.

Li gorî maseyê, hejmara kesên ji Lubnanê hatine wiha ye; 6 hezar û 277 mêr, 5 hezar û 678 jin, 5 hezar û 936 zarok, 46 lubnanî. Maseyê bi bîr xist ku 11 cenaze jî derbasî herêmê bûne.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Lubnanê û Komeleya Çanda Civakî ya Newroz vegera şêniyan bi rêxistin dike û pêwîstiyên wan bi cih tîne. Rêveberiya Xweser jî şêniyan pêşwazî dike û pêwîstiyên wan bi cih tîne.