ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
‘Ew çiqasê êrîş bikin jî, em ê axa xwe bernedin’
Şêniyên Kobanê nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk dan û wiha gotin: "Dewleta Tirk çend êrîş bike jî, wê moralê me qet nekeve. Ev axa me ye. Em ê bi berxwedanê Kurdistanê rizgar bikin. Tevî hemû êrîşan jî em li ber xwe didin û em axa xwe ber nadin." -
Dewleta Tirk êrîş bir ser embara genim: Gelek karker birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser embara genim a li Kobanê. Di encamê de gelek karker birîndar bûn. -
Li Minbicê ji heman malbatê zarokek hate qetilkirin, 2 zarok birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser malekê û ji heman malbatê zarokek qetil kir, 2 zarok jî birîndar kir. -
Koçer: Yekîtî yekane rêya şikandina êrîşan e
Alîkarê Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer diyar kir ku yekane rêya şikandina êrîşên dewleta Tirk yekîtî ye. -
Li Rojava gel li dijî êrîşan daket qadan: Li hemberî êrîşan berxwedanê mezin bikin
Kurdistanî û dostên wan li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk daketin qadan û li dijî êrîşan peyama mezinkirina berxwedanê dan. -
Li Minbicê parastina meşrû: 5 baregeh hatin hedefgirtin
Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Cebhet El Ekradê, di çarçoveya parastina meşrû ya li hember êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyeyê de, 5 baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li Minbicê hedef girtin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrîşan eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 24 saetên dawî eşkere kir û got: “Di encama van êrîşan de 2 ji wan zarok 12 welatî şehîd bûn û yek ji wan zarokeke 3 salî, 27 welatî birîndar bûne.” -
Di bombebarana Şehbayê de 2 kes birîndar bûn
Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li derdora gundê Til Sosin û Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê de 2 kes birîndar bûn. -
QSD’ê 2 baregehên dagirkeran hedef girt
QSD’ê ragihand ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 baregehên dewleta Tirk a dagirker hedef girtine û di encamê de gelek dagirker hatin kuştin. -
Şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Şehîdên meha Cotmehê bi bîr anîn û tekez kir ku ew ê li ser xeta şehîdên xwe têkoşînê bilind bikin. -
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. -
Cenazeyê şehîd Henûş Bekî bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê endamê Hêza Ewlekariya Hundirîn Henûş Bekî yê ku duh di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê dewam dikin. Di encama êrîşan de gelek kes tên qetilkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrîşan eşkere kir. -
Şêniyên Kantona Firatê li dijî êrîşa dewleta Tirk daketin qadan
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û êrîş bi tundî şermezar kirin. -
Xelkê Efrîn û Şehbayê li dijî êrişan meşiya
Şêniyên Şehba û Efrînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û êriş şermezar kirin. -
QSD: Di êrîşên dewleta Tirk de 12 kes hatin qetilkirin
QSD'ê ragihand ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 12 kes şehîd bûn, 25 kes jî birîndar bûn. -
Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî kir: Xwe bêdeng neke
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bêdeng nemîne û bi lez bikeve nava liv û tevgerê. -
Bombardûmana li ser Kobanê dewam dike
Bombardûmana hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser navenda Kobanê dewam dike. Cihekî înşaetê û navçeya Şêxlerê hate bombekirin. -
Mazlûm Ebdî: Hêzên me amade ne ku gelê me biparêze
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan û qadên sivîl daxuyaniyek da û got, "Hêzên me amade ne ku gelê me û xaka me biparêzin." -
Dewleta Tirk li Dêrikê komkujî kir
Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser stasyona gazê ya Siwêdiyê de 8 karkerên stasyonê şehîd bûn. -
Dagirkeran êrîş birin ser Qamişlo û Kobanê
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser Qamişlo û Kobanê. -
Li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwerdeya alternatîf tê dayin
Li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 4 hezar û 775 xwendekar dixwînin. Mamosteya Sosyolojiyê Nûjîn Hesen anî ziman ku Zanîngehên Rojava, Kobanê û El Şert alternatîfa zanîngehên sîstema netewe dewletê ne. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Li Qamişloyê 3 şehîd
Dewleta Tirk a dagirker piştî êrîşa li Til Rifetê ku 4 sivîl qetil kir, êrîş bir ser hemû herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê. Li Qamişloyê 3 kes hatin qetilkirin, bi dehan kes birîndar bûn. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike
Dewleta Tirk a dagirker piştî êrîşa xwe ya li ser Til Rifatê ku 2 sivîl qetil kirin, êrîşî Kobanê, Minbic, Şehba, Dêrik û Til Temirê dike. -
Dewleta Tirk li Til Rifetê 1 jê zarok 2 kes qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran navçeya Til Rifetê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de Îbrahîm Mihemed Şêxo ê 55 salî û Melek Şîyar ê 5 salî şehîd bûn.