ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyên şehîd Cîhad û Dilovan hatin veşartin
Cenazeyên şervanê YPG’ê şehîd Cîhad Bîrdixan û şervanê QSD’ê şehîd Dilovan Termik li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hatin veşartin. Di merasîma de, malbatê soza şopandina rêya şehîdan da. -
Li Babê di navbera QSD’ê û çeteyan de şer
Li Bab a di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, di navbera QSD’ê û çeteyan de pevçûnên tund qewimîn. -
Çeteyên dewleta Tirk kontrola gelek taxan bi dest xist
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker kontrola gelek taxên Helebê bi dest xist. -
Bi hezaran kes ji Helebê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn
Piştî ku çeteyên di bin kontrola dewleta Tirk de ber bi navenda Helebê ve bi pêş ketin, bi hezaran şêniyên bajêr berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. -
Şamî: Em ê gel û herêma xwe biparêzin, bila gelê me hestiyar be
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê Şamî diyar kir ku dewleta Tirk e ku êrîşên li ser Sûriye û herêmên Rêveberiya Xweser plan dike û koordîne dike û got: “Em ê li ser bingeha pêwîstiyên parastina gel û herêmê tevbigerin. Bila gelê me jî hestiyar be." -
Dagirkeran zarokek qetil kirin
Zaroka 13 salî Rosêl Mihemed Xelef ku di êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li gundê Helîsa birîndar bû, şehîd ket. -
Li Helebê şer di roja sêyem de didome
Li bejahiya Helebê, şerê di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El Şam û hêzên hikûmeta Şamê de, di roja sêyem de ye. -
'Şehîd Şîlanê bi serhildêriya xwe qaîdeyên eşîrtî û desthilatê hilweşandin'
Şehîd Şîlanê hîn di zarokatiya xwe de li hember eşîrtî û desthilata rejîma Sûriyeyê serî rakir û heta şehîdbûna xwe jî bû tirs û xofa dilê dagirkerên Kurdistanê. -
Dewleta Tirk li Şehbayê welatiyek birîndar kir
Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de li gundê Xinata yê Kantona Efrîn-Şehbayê welatiyek birîndar bû. -
Pevçûna di navbera hêzên Şamê û çeteyan de: 153 kes hatin kuştin
Li gundewarê Heleb û Idlibê di pevçûnên navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" de, 153 kes hatine kuştin. -
Girê Spî û Eyn Îsa hate bombebarankirin
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî êrîşî Girê Spî û Eyn Îsayê kirin. -
Şehîd Şîlan û hevrêyên wê li Kobanê hatin bibîranîn
Şehîd Şîlan Kobanê û hevrêyên wê di 20`emîn salvegera şehadeta xwe de li hola PYD`ê hatin bibîranîn. -
Destana lehengiya azadiya jinan: Şîlan Kobanê
Têkoşer, berxwedêr û qehremana jina azad Şîlan Kobanê, di nava mercên herî zehmet de li dijî her cure desthilatdarî û fikrên eşîrtiyê serî rakir û bû lêgerînvana azadiyê û li ser şopa fikrên Rêber Apo bû têkoşera serdemê. -
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cejna Vejînê hat pîrozkirin
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Helebê salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin. -
Li gundên Minbicê di 24 saetan dawî de 55 êrîş hatin kirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî di nava 24 saetên dawîn de bi 55 topên hawanê êrîşî gundên Minbicê kirin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Cejna Vejînê
Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 46’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana PKK’ê” hate pîrozkirin. -
Li Dêrazorê pergala êşkenceya Îmraliyê hate protestokirin
Xelkê Dêrazorê pergala êşkenceya Îmraliyê ya li dijî Rêber Apo hat protestokirin. -
Federasyona Gaziyan: PKK ji bo mirovatiyê têkoşîna herî esîl e
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê pîroz kir û destnîşan kir ku ew ê her tim bi zanebûn û bawerî tevlî Rêbertiya xwe bibin û hêvî û xeyalên şehîdan bi serkeftinê tacîdar bikin. -
Li Hesekê pîrozbahiya Cejna Vejînê ya bi coş
Li Hesekê, Cejna Vejînê li Parka 4'ê Nîsanê hate pîrozkirin. -
Salvegera damezrandina PKK'ê li Kobanê bi şahiyekê hate pîrozkirin
Salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê li Kobanê bi şahiyeke girseyî hate pîrozkirin. Di şahiyê de hate destnîşankirin ku bi ruhê Heqî, Mazlûm û Sakîneyan dawî li qirkirinê bînin û serketinê pêk bînin. -
TEV-DEM: PKK'ê dîroka zilm û înkarê tine kir
TEV-DEM'ê bi daxuyaniyekê salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "PKK'ê dîroka zilm û înkarê tine kir." -
'Gerîla bi hêz e û em li pişta wan e'
Li Kobanê, malbatên gerîlayan salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin û diyar kirin ku ew li pişta hêza xwe ne. -
Li Minbicê 17 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku di rêzçalakiyên hêzên wan de 17 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. -
QSD’ê nasnameya şehîdekê eşkere kir
QSD’ê nasnameya şervanê xwe Heqî Til Temir ku di encama qezayekê de şehîd bûbû, eşkere kir. -
‘Dewleta Tirk li ber çavê cîhanê sûcê şer dike’
Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn-Şehbayê daxuyand ku dewleta Tirk û çeteyan wê li ber çavên cîhanê êrîşî welatiyan dikin û anî ziman ku divê hesabê sûcên şer ji dewleta Tirk bê pirsîn.