Kampanyaya gerdûnî ya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ destpê dike

Pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' encamên girîng bi dest xistin. Berdevkên pêngavê diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya Rêber Apo xebatên xwe dewam bikin kampanyaya 'Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim' destpê bike.

AZADÎ JI RÊBER APO RE

Piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya ‘’Aştî û Civaka Demokratîk’’ PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist. Nîqaşên ku di Cotmeha 2024’an de dest pê kirin, di mijara çareserkiriya siyasî ya pirsgirêka Kurd de rê li ber nêzîkatiyên dewleta Tirk ên xwe dispêrin polîtîkayên ewlehiyê girtin.

Bi taybetî jî Kurdistanî û dostên wan di çarçoveya Pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kiribû, çalakiyên topyekûn dan destpêkirin. Çalakiyên ku di çarçoveya pêngavê de hatin lidarxistin, tevgavbûna dewleta Tirk a di şerî de û konjonktura herêmî bûn sedem ku dewleta Tirk careke din berê xwe bide Rêber Apo.

Tevî hemû nîqaşan hê jî şert û mercên Rêber Apo ên li Îmraliyê nehatine sererastkirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nehatiye dabînkirin. Berdevkên Pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ Hatîp Dîcle, Zubeyde Zumrut û Sînan Onal têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivîn.

‘DIVÊ DEWLETA TIRK PÊNGAVÊN SIYASÎ Û HIQÛQÎ BIAVÊJE’

Sînan Onal bal kişand ser girîngiya dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi misogerkirina şert û mercên ewlehiya Rêber Apo re  divê derfet werin avakirin ku bi awayekî yasayî û demokratîk bikaribe siyasetê bike û da zanîn ku ji bo aştiya mayînde rola Rêber Apo gelekî girîng e.

Onal têkildarî pêvajoya heyî bal kişand ser nasnameya Rêber Apo ya muzakerevan û kapasîteya Rêber Apo ya avakirina piran a di navbera gelan de û ev yek anîn ziman: ‘’Piştî vê deklarasyona dîrokî divê dewleta Tirk pêngavên siyasî û hiqûqî biavêje û zemîna muzakereyê biafirîne û reformên yasayî yên têkildarî mafên gelê Kurd bike. Serketina vê pêvajoyê bi awayekî rasterast girêdayî mafên welatîbûna wekhev ya ku bi qanûneke bingehîn a demokratîk were misogerkirin.’’

‘DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN’

Onal bi bîr xist ji bo ku pêvajo berdewam bike, dibe ku hêzên navneteweyî jî bikevin dewrê û diyar kir ku divê PKK ‘ji lîsteya terorê’’ were derxistin. Onal destnîşan kir ku ew lîste ne guncavî rewşa nû ne û li hemberî hewlên aşitiyê astengî ne û anî ziman ku gelekî girîng e ku zexta dîplomatîk li Tirkiyeyê bê kirin.

Onal di dewama axaftina xwe de got: ‘’Tevgera Kurd, di vê serdema nû de wê weke beriya niha siyaseta demokratîk, hevgirtina dîplomatîk û civakî esas bigire. Ne tenê piştevaniya sembolîk, pêkanîna sererastkirinên şênber ên siyasî û yasayî wê pêvajoyê xurt bikin.’’

‘DIVÊ ZEXTA DÎPLOMATÎK LI TIRKIYEYÊ BÊ KIRIN’

Sînan Onal bal kişand sr giringiya pêvajoyê û ev yek anîn ziman: ‘’Divê dewletên Ewropayê jî zextê li Tirkiyeyê bikin, hem daxwazên rewa yên gelê Kurd nas bikin û hem jî derveyî milîtarîzmê ji bo çareseriyekê piştgiriya yasayî bide. Ev ji bo bidawîkirina şer û pevçûnên bi salan û derbasbûna qonaxeke ku xwe dispêre diyalog, edalet û demokrasiyê derfeteke dîrokî ye. Divê ev pêvajo ji aliyê gelê Kurd ve weke bihareke azadiyê û ji aliyê Tirkiyeyê ve jî weke bihareke demokrasiyê were nirxandin. Ev banga aşitiyê ya li navenda Rojhilata Navîn bilind dibe, ne bes ji bo Tirkiyeyê ji aliyê aşitî û aramiya herêmê ve jî gelekî girîng e.’’

‘EM DI QONAXA 3’YEMÎN A PÊNGAVA GERDÛNÎ DE NE’

Zubeyde Zumrut banga Rêber Apo ya di 27’ê Sibatê de weke qonaxa sêyemîn a pêngava gerdûnî pênase kir û got: ‘’Ev bang bes ne tekstek e, di heman demê de nexşerêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e û vîzyoneke polîtîk pêşkêş dike.’’

Zumrut bi bîr xist ku tevî şert û mercên tecrîda giran a 26 salan jî Rêber Apo têkildarî azadî û aştiyê peyameke gelekî xurt daye û da zanîn ku ev bang bes ne ji aliyê gelê Kurd ve di heman demê de ji aliyê civaka Tirkiyeyê û welatên li herêmê ve jî bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin û bal kişand ser Newroza 2025’an û got: ‘’Daxwazên ku li kolanan ji aliyê girseyan ve hatin kirin, zêdebûna baweriya ji aştiyê re nîşan dan.’’

‘XEBATÊN ME WÊ BI XURTÎ BERDEWAM BIKIN’

Zubeyde Zumrut di dewama axaftina xwe de bal kişand ser nîqaşên li ser ‘mafê hêviyê’ û got: ‘’Hiqûqnas di vê çarçoveyê de balê dikşînin ser ‘mafê hêviyê.’ Konseya Ewropayê jî  di Cotmeha 2024’an de weke şertê mutleq nîşan dabû ku divê Tirkiye heya Cotmeha 2025’an reforma têkildarî muebeta girankirî pêk bîne. Ji ber wê yekê divê ev pêngav êdî were avêtin. Her wiha kampanyaya me tehliyekirina hemû girtiyên siyasî jî armanc dike. Xebatên bi vî rengî wê bi xurtî berdewam bikin. Ev kampanyaya ku hem li Tirkiyeyê û hem jî li qada navneteweyî bi hev re tê meşandin, bingeha pêvajoyeke nû ya demokratîk av dike.’’

‘SIYASETA EWROPAYÊ DI MIJARA PIRSGIRÊKA KURD DE KÛR DIBE’

Hatîp Dîcle jî 86’emîn rûniştina Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê ya ku wê di dawiya meha Hezîranê de were kirin, bi bîr xist û da zanînku ji bo ku di vê rûniştinê de sererastkirina têkildarî ‘’mafê hêviyê’’ bikeve dewrê bi armanca ku zext li Tirkiyeyê bê kirin ew ê xebatan bi rê ve bibin.

Hatîp Dîcle got ku divê êdî saziyên Ewropayê pêngavên hewce biavêjin û Tirkiye jî erk berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û da zanîn ku di rapora Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê de ku hefteya borî hate qebûlkirin gelekî pesnê banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê hatiye dayîn û got: ‘’Ev yek nîşan dide ku nêzîkatiya têkildarî pirsgirêka Kurd di siyaseta Ewropayê de kûr bûye û bendewariyên têkildarî çareseriyê belavtir bûne.’’

‘EZ DIXWAZIM BI OCALAN RE HEVDÎTINÊ BIKIM’

Dîcle diyar kir ku Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) rapora xwe ya têkildarî serdana  ji bo Îmraliyê ya 2 salan beriya niha hê jî neweşandiye û ev yek anîn ziman: ‘’Tevî ku CPT çend rojan beriya niha çûye Tirkiyeyê jî neçûye Îmraliyê û ev yek fikareke cidî ye. Ev mijar di rojeva hiqûqnasên eleqedar û komên mafên mirovan de ne. Saziyên ku berpirsiyariyên xwe yên hiqûqî û wijdanî bi cih naînin, zirarê didin baweriya raya giştî.’’

Dîcle diyar kir ku tê payîn bi dirûşma ‘’Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’’ kampanyayeke nameyan a nû ya gerdûnî bê destpêkirin û destnîşankir ku ev kampanya wijdana raya giştî ya navneteweyî ye ku xwedî li îradeya aşitî û azadiyê derdikeve.

‘ÎRADEYEKE AŞTIYÊ YA XURT HEYE’

Dîcle anî ziman ku li Tirkiyeyê îradeyeke aştiya ya hemû beşên civakê ya xurt heye û da zanîn ku bi taybetî jî piştî wefata Sirri Sureyya Onder rewşa ku derketî holê nîşaneya îradeya aştiyê ye û got ku divê xwedî li vê îradeyê bê derketin.

Dîcle di dewama axaftina xwe îfade kir ku ‘’Şert û mercên aştiyê diyar in’’ û bal kişand ser muzakereyên di çarçoveya şert û mercên wekhev de û pêvajoyeke ku aktorên rêxistinên civakî û siyasetmedar tevlî bibin û ev yek anîn ziman: ‘’Nîqaşên heyî weke derfetekê ne. Divê teqez pêngavên têkildarî azadiya Birêz Ocalan werin avêtin û pêvajoya veguherîna demokratîk were destpêkirin. Serbestberdana Birêz Ocalan ku ev 26 sal in tevî tecrîda girankirî jî bi tu awayî ji aşitiyê tawîzê nade, wê bibe sereketirîn zemîna vê pêvajoyê. Ev pêngav bes ne ji bo gelê Kurd dê ji hemû gelan re deriyên pêşerojeke hevpar veke.’’

‘TÊKOŞÎNA ME WÊ BI BIRYARDARÎ BERDEWAM BIKE’

Dîcle herî dawiyê jî ev yek anîn ziman: ‘’ Muzakereyên aşitiyên yên Nelson Mandela li Efrîqaya Başûr bi rêveberiya ‘De Klerk’ re kirin, mînaka vê yekê ya herî nêz e û îlhamê dide. Li gel azadiya Mandela li welêt demokratîkbûyîn pêk hat û gelan bi xwe çarenûsa xwe diyar kir. Bi heman awayî li Tirkiyeyê jî dikare aşitî û demokrasî bi hev re pêş bikevin. Ev yek jî dikare bi vî awayî û lihevkirina civakî were avakirin.

Ji bo avakirina vêpêvajoyê wê hemû pêkhateyên  kampanyaya me wê pêngavên ku cesaretê bidin Tirkiyeyê biavêjin û tim aşitiyê di rojeva xwe de bigirin.  Ji bo peymaneke civakî ya nû ya ku hemû kes têde cih bigire û xwedî mafê axaftinê be wê têkoşîna me bi biryardarî berdewam bike.’’