Dagirkeran zarokek qetil kirin

Zaroka 13 salî Rosêl Mihemed Xelef ku di êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li gundê Helîsa birîndar bû, şehîd ket.

ÊRIŞA DAGIRKERIYÊ

Di 24'ê Mijdarê de leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Helîsa yê bajarokê Fafînê yê Şehbayê topbaran kiribû.

Di encama êrişê de welatiyê bi navê Mihemed Arêf Hecî (40) yê ji koçberên Efrînê şehîd bûbû û Hisên Mihemed Hesen Xelef (9), Mihemed Hec Mihemed (14 ) û Rosêl Mihemed Xelef (13) jî birîndar bûbûn.

Rosêl Mihemed Xelef ku li Helebê tedawî dibû, îro şehîd bû.