Fransa li ber gefa Îsraîlê rabû: Kes nikare helwesta xwe li ser me ferz bike

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron anî ziman ku kiryarên Netanyahû yên li Xezeyê 'cihê şermê' ne. Wezîrê Karên Derve jî di mijara naskirina dewleta Fîlîstînê de got, "Kes nikare helwesta xwe li ser Fransayê ferz bike."

Emmanuel Macron di daxuyaniya xwe ya roja Sêşemê de got, "Ya ku hikumeta Benyamîn Netanyahû niha dike nayê qebûlkirin" û destnîşan kir ku "ev kiryar cihê şermê ye."

Serokkomar ji qenala TF1 re axivî û bi bîr xist ku yek ji wan lîderan e ku çûye sînorê navbera Misir û Xezeyê û ji bo tiştên dîtiye got 'Yek ji tiştên herî xerab bû'.

Macron anî ziman ku ew xemgîn e ji ber ku "alîkariyên Fransa û welatên din şandine ji aliyê Îsraîliyan ve hatine astengkirin" û got, mijara jinûve nirxandina "peymanên hevkariyê' yên navbera Yekîtiya Ewropa û Îsraîlê "vekirî" ye.

Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot jî li Meclîsa Neteweyî axivî û nerazîbûn nîşanî gefên Îsraîlê yên li ser mijar naskirina dewleta Fîlîstînê da.

Barrot got, "Fransa wê vê bike, ji ber ku baweriya xwe bi wê tîne ku ji bo ewlehiya Îsraîlê û ewlehiya Fîlîstîniyan divê li herêmê çareseriyeke mayinde pêk were."

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar roja Yekşemê dema li Qûdsê bi hempîşeyê xwe yê Elman re hevdîtin kir, daxuyaniyek da û got, "Naskirineke bi yekalî wê ne tenê zerarê bide bendewariyên paşerojê yên du alî, her wiha wê bibe sedem ku em bi rengekî yekalî tedbîran werbigirin."

Barrot got, "Kes nikare helwesta xwe li ser Fransayê ferz bike" û nerazîbûn nîşan da.

Di rewşa heyî de nêzî 150 welatan dewleta Fîlîstînê nas kirine. Di Gulana 2024'an de Îrlanda, Norwêc û Spanyayê, meha Hezîranê jî Slovenyayê ev gav avêtibûn.