Çeteyên dewleta Tirk kontrola gelek taxan bi dest xist

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker kontrola gelek taxên Helebê bi dest xist.

Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam û çeteyên din bi dehan taxên bajarê Helebê kontrol kirin.

Taxên ketin bin kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) ev in: Bustan El Qesir, Kelasê, Ferdos, Qesîle, Keleha Helebê û derdora wê, taxên Cemîliye, Selahedîn, Bustan Zehara, El Feyd, Heleb El Cedîde, du beş ji taxa Raşidîn, herêma Pîşesaziyê, Ramûsa, Hemdaniye, Mîrîdiyan, Furqn, beşek ji Bab Neyreb, Ezîziye û Suryan.

Ji deverên din ên girîng ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam kontrol kirine ev in: Navenda Fermandariya Polîsên Helebê, Akademiya Leşkerî û Lêkolînên Zanistî, avahiya Parêzgeriya Helebê, Fakulteya Topxaneyî, avahiya Koç û Paseportan, Qada Seedallah El Cabirî, avahiya Gerînendetiya Pêwendiyan, avahiya Gerînendetiya Perwerdeyê, Zanîngeha Helebê. Hîna nehatiye piştrastkirin bê ka avahiya Şîrketa Ceyranê bi temamî kontrol kirine yan na.

Di dîmenên li ser medyaya dîjîtal hatine parvekirin de, xuya dibe ku çeteyan dest daniye ser miqdareke mezin a çekan û nuqteyên leşkerî. Lê neavêtina guleyekê jî ji aliyê hêzên Şamê ve li hemberî çeteyan dide nîşandan ku senaryoya rasdestkirin û wergirtinê di navbera wan de heye.

Di dîmenan de nîşaneyên çeteyên DAÎŞˈê li ser cil û çekên çeteyan xuya dibin. Ev jî piştrast dike ku çeteyên DAÎŞˈê li kêleka çeteyên dewleta Tirk a dagirker û Heyet Tehrîr El Şam êrîşî Helebê dikin.

Ji saetên sibehê ve li gelemperiya bajarê Helebê bêdengî heye û gule nehatin teqandin. Lê balafirên şer li ser bajar digerin û li taxa Heleb El Cedîde hin dever bombebaran kirin.