Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 27ˈê Mijdarê salvegera 46ˈan a damezirandina PKKˈê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“PKK, di 27’ê Mijdara sala 1978’an de dema li gundê Fîsê yê Licê hat damezirandin, bi xwe re gelekî ku bi salan ji aliyê dagirkeran ve hatibû bêtesîrkirin û bêdengkirin ji nû ve rakir ser piyan. Daxwaza ciwanên Kurd ên di pêşengiya Rêber Apo de soz dan wê jiyaneke nû diyarî gelê Kurdistan bikin bi bawerzînên berxwedan, îrade û azadiyê yên ji girtîgehan ku bi bayê çiyayan ên Egîd û Bêrîtanan wê xwe xwedî kiriba bi heybeta ji felsefe û tehlîlên Rêber Apo deriyê serdemeke nû hat vekirin.
PKK li ser rastî û heqîqeta soza ku ji şehîd Hakî Karer re hatibû dayîn pêş diket, bi her awayî pak, wêrek û heta dawiyê di mirovatiya azad de israr e. PKK’ê li cîhanê çi diyardeyên baş û bi rûmet ên ji mirovatiyê re pêwîst di nav xwe de hewand. Nirxên azadiyê yên ji bo her zindî, jiyan û diyardeyan di asta herî jor de pêşkeşî mirovan dike.
PKK Tevgereke wisa ye ku mirovên herî bijarte yên civakê, herî xweşik û sade; yên xwe fedayî doza gelê xwe û mirovatiya pêşverû kirine têde cih digirin. Lewma PKK, ji bo hêzên serwer, emperyal û noker tirseke mezin e. Ji her milletî mirovan têde cih girt û digirin. PKK rêyeke pîroz e ya her pêvajoyeke destanî, bilind û bi qudret e. PKK’ya li ser esasê dilsoziya bi şehîdan re manewiyateke herî bilind di nav civaka Kurd de ava kir, di dil û ruhê gelê Kurd de rêzdarî û hurmeteke heta tu bibêjî pîrozwer afirand. Lewma tevî hemû, êş, zext, qetlîam, polîtîkayên birçîhiştin, sirgûn û hwd. gelê Kurd ji girêdana bi doza şehîd, Rêber û tevgera xwe gav paşde navêje.
PKK, bi kaniya bîrdozî û ramanên Rêber Apo ku tevayî astengiyên kirêt, nemerd û tarî ji holê rakir, ji bo gel û baweriyan bû hêvî, bendewarî û xwezî. Bi taybet gelê Kurd, Ereb û tevayî gelên bindest bi têkoşîna PKK’ê re di dîroka mirovatiyê de piştî sazîbûyîna pergala dewletî cara yekemîn e li cewherên xwe yên esasî vedigerin. PKK ku ji bo mirovatiyê têkoşîna herî pîroz dide meşandin guman nîne wê bi hezarê salan, bê vegotin, behskirin û hurmet û rêzgirtina herî esîl jêre bê nîşandan. Şoreşa me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi paradîgmaya ekolojîk demokratîk û azadîxwaziya jinê ya Rêber Apo, pêş dikeve, hemû gel û bawerî bi rengekî wekhev û azad di nav de cih digirin, di encama vê têkoşîn û berxwedana pîroz de derket ser dika dîrokê.
Li ser vî esasî em 46. salvegera damezirandina PKK’ê pîroz dikin, weke gaziyên şer em ê timî bi zanebûn û bawerî tevlî Rêbertiya xwe bibin, ala şehîdên xwe yên leheng bilind bikin, hêvî û xeyalên wan bi serketinê tacîdar bikin.”