ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Fermandar Xebat bû sembola Şoreşa Rojava
Heval Xebat bû sembola Şoreşa Rojava. Di serî de şehîd Xebat bi saya ked û berxwedana hemû şehîdan îro Şoreşa Rojava gihiştiye asta Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. -
TEV-DEM'Ê li dijî êrîşên dagirkeriyê bang kir
TEV-DEM'ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji bo xurtkirina yekîtiyê bang kir. -
Êrîşên balafirên bêmirov ên li ser Rojava didomin
Dewleta Tirk a dagirker herêma Koçerat a Dêrikê, benzînxane û banka çandiniyê ya Tirbespiyê bombedûman kir. -
Fermandar Şervan ji hêla hezaran ve hate veşartin
Cenazeyê Fermandarê YPG’ê Şervan Heleb bi tevlîbûna hezaran kesî ve bi merasîmekê hate veşartin. -
Gelên kantona Cizîrê li dijî êrîşên dagirkeriyê daketin qadan
Gelê kantona Cizîrê piştî êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser herêmê daketin qadan û ev peyam dan: “Vîna gelê ku xwedî li fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan derdikeve, nayê şikandin.” -
Li Kobanê cenazeyê şehîd Îbrahîm hate veşartin
Li Goristana Şehîd Dîcle ya li Kobanê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm Îbrahîm ku roja Pêncşemê şehîd bû, hate veşartin. -
Şehîd Ebdullah Xidir Hemdan bi merasîmek girseyî hat veşartin
Şehîd Ebdullah Xidir Hemdan bi merasîmeke girseyê li Pekrawangeha Şehîdan a li navçeya Til Temirê hat veşartin. -
Fermandariya Giştî ya YPG’ê, Fermandar Xebat Dêrik bi bîr anî
Fermandariya Giştî ya YPG’ê: Destkeftiyên ku îro li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bidestxistin, bi saya fedekariya şehîd Xebat Dêrik û 12 hezar şehîdan hatin bidestxistin. -
Rêveberiya Xweser li dijî êrîşên dagirkeriyê banga xweparastinê kir
Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku dewleta Tirk xizmetê ji terorê re dike û got: “Em bang dikin ku xwedî li saziyên xwe, parastinê û xweparastinê derkevin.” -
Dewleta Tirk a dagirker tesîsên petrolê û xetên elektrîkê bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker tesîsên petrole yên li Tirbespiyê bombebaran kirin. Li Eyn Îsayê jî xetên ku elektrîkê dide bi dehan gundan kirin hedef. -
Cenazeyê Fermandarê YPG’ê Şervan Heleb bi girseyî hat pêşwazîkirin
Cenazeyê yek ji fermandarên YPG’ê Şervan Heleb ê di encama krîza dil de şehîd bibû, li bajarê Helebê bi merasîmekê heybet hate pêşwazîkirin. -
Li Şerayê leşkerekî hikûmeta Şamê birîndar bû
Di encama bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Şewarxa ya Şerayê de leşkerekî hikûmeta Şamê birîndar bû. -
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Îbrahîm Mistefa Îbrahîm ji ber nexweşiyê de şehîd bû. -
YPG’ê nasnameya fermandarekî xwe eşkere kir
YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku yek ji fermandarên wan Şervan Heleb 10’ê Çileyê di encama krîza dil de şehîd bû. -
Li Heleb û Idlibê 3 leşkerên Şamê hatin kuştin
Hate ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmên Heleb û Idlibê êriş birin ser hêzên Hikûmeta Şamê û 3 leşkerên Şamê hatine kuştin. -
'Rêber Apo ew kes e ku wê li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji demokrasiyê re bike'
Dadwerê Buroya Edaleta Civakî ya Bajarê Minbicê Îbrahîm El-Îbrahîm û Parêzer Ada Onal, diyar kirin ku Abdullah Ocalan kesekî ku dikare li Rojhilata Navîn pêşengiya demokrasiyê bike ye. -
Dewleta Tirk Eyn Îsayê bombebaran dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî Eyn Îsayê bombebaran dikin. -
'Heta azadiya Abdullah Ocalan em ê li ser piyan bin'
Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Şêranê meşiya û got, "Heta ku Rêber Apo di nava xwe de bibînin em ê li ser piyan bin." -
'Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe Rêber Apo azad bikin'
Welatparêzê bi navê Fayîq Xeyrî Ehmedê Ûsê, diyar kir ku eger Kurdistan bê avakirin wê bi keda PKK’ê pêk were û got, “Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe Rêber Apo azad bikin.” -
'Heta ku Rêber Abdullah Ocalan azad nebe, em dev ji têkoşînê bernadin'
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Reqayê diyar kirin ku hemû pêkhate bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandor dibin û heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, ew dev ji têkoşîna xwe bernadin. -
Çenteyê ku Sara diyarî kiribû, hîn jî pê re ye
Dilbirîn Temê dema 12 salî bû Sakîne Cansiz nas kir. Çenteyê ku dabû dayika wî, hîn jî diparêze. Dilbirîn Temê got, "Tenê sê rojan li mala me mabû, lê belê mîna sê salan bû." -
Salih Muslim: Tirkiye eger pirsgirêka Kurd çareser neke wê bi temamî hilweşe
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim anî ziman ku Rêveberiya Xweser nabe ku ji nedîtî ve bê û got, dewleta Tirk hildiweşe, eger pirsgirêka Kurd çareser neke wê bi temamî hilweşe. -
Di 2 êrîşên DAÎŞ'ê de 16 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin
Di du êrîşên cuda yên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Sûriyeyê pêk anîn de 16 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan. -
Şahîn Elî bi merasîmekê hat veşartin
Yek ji 4 kedkarên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê de şehîd bibû Şahîn Elî bi merasîmekê hate veşartin, gerîlayê YRK’ê Êrîş Berxwedan jî hate bîranîn. -
Şehîdên Parîsê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bîranîn
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bîranîna şehîdên Parîsê çalakî hatin lidarxistin.