Cenazeyên şehîd Cîhad û Dilovan hatin veşartin
Cenazeyên şervanê YPG’ê şehîd Cîhad Bîrdixan û şervanê QSD’ê şehîd Dilovan Termik li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hatin veşartin. Di merasîma de, malbatê soza şopandina rêya şehîdan da.
Cenazeyên şervanê YPG’ê şehîd Cîhad Bîrdixan û şervanê QSD’ê şehîd Dilovan Termik li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hatin veşartin. Di merasîma de, malbatê soza şopandina rêya şehîdan da.
Şêniyên kantona Firatê cenazeyê şervanê Yekîneya Parastina Gel (YPG) şehîd Cîhad Bîrdixan (Ebdo Reşo) ku di 27’ê Mijdara 2024’an de dema li ser erka xwe şehîd bû û cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Dilovan Termik (Mistefa Hecî Mehmûd) ku di 28’ê Mijdara 2024’an de dema li ser erka xwe şehîd bû, îro li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê veşartin.
Di merasîma veşartinê de malbatên şehîdan, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Yek ji rêvebera Meclîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedîa Ismaîl sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwest.
Bedîa diyar kir ku şehîdan bi qehremanî têkoşîn kirin, ji bo ku welatekî azad ava bikin, canê xwe feda kirin û wiha domand: "Şehîdên me hêza me ne, şehîd ewin ku azadî ji me re dane avakirin. Lewma divê em jî xwedî li şehîdên xwe derkevin. Ji bo em xwîna wan li erdê nehêlin, divê em asta têkoşînê bilindtir bikin."
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef got: "Şehîdan ji bo weletek azad têkoşîn kirin, ji ber vê yekê canê xwe kirin feda. Ji vê derê ji kela berxwedanê Kobanê em soz didin ku em ê tola şehîdên xwe ji dijmin hilînin û rêya wan heta dawiyê bişopînin."
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Kantona Firatê Polat Samir anî ziman ku ew ê tu carî xwîna şehîdan li erdê nehêlin û wiha axaftina xwe domand: "Divê hêza me xurt be li hember dijmin. Şehîdên me hiştin ku em bi azadî jiyan bikin. Lewma divê em xwedî li mîrateya şehîdan derkevin û rêya wan bişopînin."
Li ser navê malbata şehîd Dilovan Termik, Mihemed Bozan got ku heta dilopek xwîn di canê wan de hebe ew ê li ber xwe bidin û têbikoşin.
Her wiha li ser navê malbata şehîd Cîhan Bîrdoxan, Behrî Ismaîl sersaxî ji malbatên şehîdan û ji Rêber Apo re xwest û got: "Em bejna xwe li hember şehîdên azadiyê ditewînin. Tişta ji me tê xwestin ew e ku em wek malbatên şehîdan û gelê welatparêz xeta şehîdên xwe bişopînin."
Piştî axaftinan wesîqeya her du şehîdan ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û teslîmî malbatên wan hate kirin.
Cenazeyê her du şehîdan bi berzkirina dirûşmeya "Şehîd Namirin" û tilîliyên dayikan hate veşartin.
Piştî merasîma veşartina cenazeyên şehîd Cîhad Bîrdixan û şehîd Dilovan Termik, girseyê berê xwe da konê sersaxiyê ya li Termik ê li rojhilatê Kobanê û gundê Siftekê yê li rojavayê Kobanê.