ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk li Eyn Îsayê zarokek birîndar kir
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Eyn Îsayê de, zaroka 16 salî birîndar bû. -
Şêniyên Kobanê: Dewleta Tirk têk çûye, lê têkçûna xwe qebûl nake
Şêniyên Kantona Firatê yên di konê çalakiyê de, diyar kirin ku dewleta Tirk têk çûye, lê têkçûna xwe nikare qebûl bike û destnîşan kirin ku ji dervey têkoşînê ti rêyên din tune ye. -
El-Ebid: Hevpeymana Civakî û Konferansa MSD'ê derbeyek bû ji bo dewleta Tirk
Hemdan El-Ebid nerazîbûn nîşanî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê da û got: "Hevpeymana Civakî û Konferansa MSD'ê bi xweşa Tirkiyeyê nehat, lewma bê navber êrîş dike." -
96 rêxistin û desteyên hiqûqî yên Sûriyeyê banga girtina qada hewayî kirin
96 rêxistin, desteyên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û banga girtina qada hewayî ya herêmê kirin. -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şehba û Şerayê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker gelek gundên kantona Şehbayê û gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran dike. -
Li Kantona Firatê çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin
Li Kantona Firatê bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. -
Çalakiyên mertalên zindî berdewam dikin
Çalakiyên mertalên zindî ku ji bo parastina navendên stratejîk û xizmetguzariyê yên Kantona Cizîrê dest pê kirin, bi beşdariyek girseyî berdewam dike. -
Li Efrînê bombe teqiya: 5 kes birîndar bûn
Li Efrîna dagirkirî di encama teqîna motorsîkleteke bombebarkirî de, 5 kes birîndar bûn. -
Ji bo şehîdên Qamişloyê şîn hate danîn
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê sersaxî ji malbatên şehîdên Qamişlo re xwestin û diyar kirin ku ew ê xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin. -
Bîlançoya 24 saetên dawî ya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku 26'ê Kanûnê depoyên genim, febrîqe û stasyona trenê jî di nav de gelek saziyên xizmetê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin bombekirin. -
Şêniyên Kantona Firatê li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan
Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser binesaziya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, şêniyên Kantona Firatê meşeke girseyî lidar xistin. -
Hevpeymana Civakî dikare bibe destûra bingehîn a Sûriyeyê
Hevserokê Buroya Têkiliyên bi Gel re ya PYD'ê Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî di wê astê de ye ku paşerojê bibe destûra bingehîn a Sûriyeyê û got, "Nabe ku êdî Sûriyeyê tenê bibe Komara Ereb a Sûriyeyê." -
Şêniyên Amûdê li ber êrîşan û bêdengiya civaka navneteweyî rabûn
Şêniyên Amûdê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakî lidar xistin û hem êriş hem jî bêdengiya hêz û civaka navneteweyî şermezar kirin. -
Gundên Şehbayê tên bombebarankirin
Artêşa Tirk a dagirker danê êvarê bi çekên giran gundên Kantona Şehba bombebaran kir. -
Li Kobanê sê bendên kontrolê hatin bombebarankirin
Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker 3 bendên din ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kobanê bombebaran kirin. -
Li Kobanê û Amûdê noqteyên kontrolê hatin bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker bajarê Kobanê û Amûdê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. -
Bi hezaran gelê Efrîn û Şehbayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Bi hezaran welatiyên Kantona Efrîn û Şehbayê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. -
Dagirkeran êrîşî bendenên kontrolê kirin
Dewleta Tirk a dagirker bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li têketina rojhilatê Kobanê û bendeke din a li têketina rojavayê Kobanê li ser rêya Cerablusê bombebaran kir. -
Li Girkê Legê embarên genim hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker derdora embarên genim ên navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê bombebaran kir. -
Şehîdên Qamişloyê ji aliyê bi hezaran kesan ve hatin veşartin
Ji bo welatiyên di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Qamişlo şehîd bûbûn, merasîmeke girseyî hate lidarxistin. -
Artêşa Tirk bombe li Qamişloyê barand
Artêşa Tirk a dagirker car din bombe li bajarê Qamişlo yê Rojava barand. -
Rêveberiya Xweser bîlançoya êrîşan eşkere kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di 40 êrîşên dewleta Tirk de yên doh hatin kirin 8 kes şehîd bûn, 18 kes jî birîndar bûn. -
YPJ: Yên ku dixwazin welatê me bikin mîna dojehê, wê di nava vî agirî de bişewitin!
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên qirker ên dewleta Tirk a dagirker da û got, "Bila cîhan tev zanibe, yên ku hewl didin welatê me bikin mîna dojehê wê di nava wî agirê dojehê de bişewitin." -
Şêniyên Kobanê: Dewleta Tirk li bin ketiye, rêya me rêya serketinê ye
Şêniyên Kantona Firatê diyar kirin ku dewleta Tirk bi bin ketiye, lewma êrîşî herêmên wan dike û destnîşan kirin ku dewleta Tirk çiqas êrîşî wan bike jî ew ê bi ser bikevin. -
Xelkê Qamişloyê şehîdên xwe dispêre axê
Xelkê Qamişloyê bi merasîmeke girseyî şehîdên xwe dispêre axê.