Li Derya Egeyê erdheja bi mezinahiya 6.1 pileyî

Li gorî Enstîtuya Jeofîzîkî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (USGS) şeva Sêşemê li Derya Egeyê ya li başûrê Yewnanistanê bi mezinahiya 6.1 pileyî erdhejeke mezin pêk hat.

Ajansa nûçeyan a Yewnan ANA û qenala televîzyona dewletê ERT'ê diyar kir ku erdhej li peravên bi 15 kîlometreyî dûrî girava Kasosê ya Yewnanistanê rû da. Li gorî USGS'ê erdhej bi dema herêmî saet di 01:51'ê de bi 78 kîlometreyan li binê erdê qewimî.

Hate ragihandin ku girava Gîrîtê bi xurtî bi erdhejê hesiya. Li gorî heman çavkaniyê ji ber erdhejê tiştek bi kesî û herêmê nehat. Lê belê li giravên Rodos, Kerpe û Kasosê ji telefonên destan re hişyariya tsunamiyê hate şandin.

Tê gotin, heta bi Qahîreyê qadeke berfireh bi erdhejê hesiya. Rayedarên Misrî diyar kirin ku di rewşa heyî de tiştek bi kesî nehatiye.