Li Hesekê pîrozbahiya Cejna Vejînê ya bi coş
Li Hesekê, Cejna Vejînê li Parka 4'ê Nîsanê hate pîrozkirin.
Li Hesekê, Cejna Vejînê li Parka 4'ê Nîsanê hate pîrozkirin.
Bi sedan kes ji şêniyên bajarê Hesekê û endamên saziyên sivîl, tevlî şahiyê bûn ku li Parka 4'ê Nîsanê hate lidarxistin. Li parkê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatin daliqandin.
Endamê Meclisa Bajar a Hesekê Sabrî Efrîn di şahiyê de axivî û ev bone, li Rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan, gelê Kurd û gelên herêmê pîroz kir.
Sabrî Efrîn destnîşan kir ku PKK ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo mirovahiyê û lêgerên azadiyê û demokrasiyê tê dikoşe.
Dûre Koma Botan, Koma Sakîna, hunermend Sumeye Mihemed û Talib El Ehmed stran gotin.
Di dawiya şahiyê de, beşdaran govend gerand.